Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin

04-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Donald Trump Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.

Li Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê de jibilî serok nûnerên Encûmena Pîran jî tên hilbijartin.

Senatorê Komarî Lindsey Graham ku nêzîk e li Trump û xwedî bandoreke mezin e, ji Carolîna Başûr careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.

Lindsey Graham ji %55.2ê dengan û Jaime Harrison ê Demokrat ji %43.1ê dengan bidest xist.

Hlbijartinên bo Kongresê taybet jî di siyaseta Amerîkayê de xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku kîjan partî xwedî hêz be ew partî qada karkirina serok diyar dike.

Graham Mijdara sala derbasbûyî li gel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman civiya û behsa pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.

Beyan Samî Ebdulrehman ragihand ku Graham piştgiriya xwe ya berdewam bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew senator wek “dostê dêrîn ê gelê Kurd” binav kir. Graham di dema êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de piştevaniya xwe bo Kurdan ragihand.

Graham sala 2018an li gel şandekê serdana Hewlêrê kir û li gel Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî wê demê di twîtekê de ragihandibp, wan behsa pêşdebirina peywendiyên “baş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir” û pêşdebirina wan peywendiyan jî karê sereke yê hikûmetê dibe.

Her di wê kombûnê de li gor daxuyaniya wê demê ya hikûmetê, Graham û şanda li gel, stayîşa Pêşmerge û neberdana wan kiriye di şerê li dijî DAIŞê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst