Li Senatê Komarî û li Kongresê jî Demokrat li pêş in

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Partiya Komarî heya niha 53 kursî li Civata Pîran a Amerîka (senate)bi dest xistine, li hember 47 kursiyan ji bo Demokratan. Di demekê de 170 kursiyên Civata Nûneran (Kongres) bi dest xistine li hember 178 kursiyan ji bo Demokratan.

Encûmena Pîran niha di destê Komariyan de ye û ji tomeriya 100 kursiyan, 53 kursiyên wan heye.

Ligel birêveçûna hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, dengdan û hilbijartin li herdu civatên pîran û civata nûneran, rikeberiya tund di navbera berbijêrên herdu partiyan de li ser kursiyên wan herdu civatan de li dar e.

Ligel birêveçûna hilbijartinên serokatiya welêt, hilbijartina nûkirina giştî ya civata nûneran û nîvçe nûkirina civata pîran birêve diçe.

Demokratan yekem kursî li civata pîran ji Komariyan stand li wîlayeta Colorado, li beramber jî Komariyan kursiyekî eynî civatê li wîlayeta Alabama ji Demokratan stand. Ev asta tundiya rikeberiya nav herdu aliyan ji bo bidestxistina piraniyê li civata pîrên welêt tekez dike.

Li civata nûneran, Partiya Demokrat piraniya kursiyên xwe parast û bihêztir jî kir.

Heya niha l igor encamên neragihandî yên medyaya amerîkî, Komariyan 53 kursî ji tomeriya 100 kursiyên civata pîran bi dest xistine. Kontrolkirina wê civatê ji aliyê yek ji wan herdu partiyên mezin ên welêt, gireweke mezin ahilbijartinên îsal e.

Ji bo pêşîgirtina li serdestbûna Donald Trump, heke bibe serokê welêt, pêwîstiya Demokratan bi dengê piraniya civatê heye. Lê medyaya amerîkî dibêje ligel derketina encamên zêdetir ên dengên yekalîkirî, gurzên yek li pey yekê li wê partiyê dikevin û wisa naxuye piraniya kursiyan bi dest bixe.

Ji bo kontrolkirina civata pîran, pêwîstiya Demokratan bi bidestxistina sê kursiyên din heye. Heke Joe Biden hilbijartina serokatiya welêt bibe, çunke Kamala Harris ku berbijêr e bibe cîgira Biden, endama civatê ye û di vê rewşê de li gor destûrê, dikare deng bide yekalîkirina her mijarekê heke di civatê de bi wekheviya dengên alîgir û dijberan bi dawî hat.

Ajansa France Pressê eşkere kir ku senatorê demokrat û waliyê berê yê wîlayeta Colorado John Hickenlooper serkeftin li ser hakimê niha yê wê wîlayetê Cory Gardner bi dest xist. Lê li wîlayeta Alabama, rahênerê berê yê futbolê Tommy Tuberville ji senatorê demokrat Doug Jones bir.

Li Carolina Başûr, careke din Lindsey Grahamê hevalê nêzîk ê serok Donald Trump serkeftin bi dest xist. Lindsey Grahamê 65 salî, karî zora berbijêrê Demokrat Jaime Harrison bibe, di demekê de ku rapirsiyan serketina Harrison nîşan dida.

Hevpeymanekî din ê Trump ku serokê piraniya Komariyan e li civata pîran, Mitch McConnell bi cudahiyeke zêde serkeftin li wîlayeta Kentucky bi dest xist.

McConnellê stratejîstê jêhatî di serdema Trump de, berê serkeftî bû di damezrandina bêtirî 200 dadweran, di nav wan de sê dadwerên dadgeha bilind a welêt. Civata pîran desthilata wê ya razîbûn û redkirina wan dadgeran heye ku serokê welêt wan destnîşan dike bo dadgeha bilind a welêt.

Seroka Civata Nûnerên Amerîka Nancy Pelosi êvara du sêşemê, serketina Partiya Demokrat di hilbijartinên endamên civatê de ragihand. Nancy ku bi xwe Demokrat e got: “Ez şanaz im ku vê êvarê û pir zû, me karî em piştrast bibin ku me piraniya dengên xwe li civatê parastine.”

Hinek jêderên medyaya amerîkî wek Fox News û NBC eşkere kirin ku Demokratan karîne 4-5 kursiyên din li civata pîran bi dest bixin û wisa jî hejmara kursiyên wan li wê civatê bûye 232 kursî ji koma 435 kursiyan.