Gelê Kaledonyaya Nû serxwebûn red kir

04-11-2018
RÛDAW
Nîşan Kaledonyaya Nû Fransa Serxwebûn Referandum
A+ A-

Navenda Nûçeyan  - Gelê Kaledonyaya Nû bo serxwebûnê çûn sindoqan lê li gor encamên ne fermî gelê Kaledonyaya Nû bi %56.4 dengê “na” serxwebûn red kir.

 

Îro (04-11-2018) li herêma Kaledonyaya Nû bo cudabûna ji Fransayê referanduma serxwebûnê hat birêvebirin. Li gor encamên destpêkê yên ne fermî %56.4ê dengdêrên çûn ser sindoqan dengê “na” bi kar anî û cudabûna ji Fransayê red kir.

 

Di derbarê encamên referandumê de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ji vê encamê kêfxweş e.

 

Li Kaledonyaya Nû, ku dikeve başûrê rojhilata Okyanûsa Mezin, nêzî 174 hezar kesên ku mafê wan ê dengdayînê heye, beşdarî referanduma serxwebûnê bûn.

 

Di dema xebatên referandumê de Kanakên gelê xwemalî yê welêt û komên alîgirê serxwebûnê kampanya li dar xistin û di kampanyayan de diruşmeya "em ji zincîrên otorîteyên mêtinkar rizgar bibin" derket pêş.

 

Kaledonyaya Nû di Parlamentoya Fransayê de bi du parlamenter û du senatoran tê temsîlkirin û her sal ji Fransayê 1.3 milyar euro alîkariya darayî hildide.

 

Fransayê di sala 1853yan de Kaledonyaya Nû xist bin serweriya xwe û ji vê dîrokê heta sala 1946an bûbû mêtingeh. Di sala 2003yan da bi guhertina destûra bingehîn bû herêmeke xweser a Fransayê.

 

Nifûsa wê nêzî 275 hezarî ye û erdê wê 18 hezar û 576 kîlometre çarqoşe ye. Ji sedî 44ê nifûsê Kanakên xwemalî ne. Li Kaledonyaya Nû zimanê fermî Frensî ye û paytextê wê jî Noumea ye.

 

Her çi qas di encama referandumê de dengê “na” derketibe jî, li gor peymana ku bi Fransayê ra hatiye kirin, Kaledonyaya Nû dê beriya sala 2022yan cardin bikaribe referandumeke din birêve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst