Li Kaledonya Nû referandûma serxwebûnê
Navenda Nûçeyan – Gelê Kaledonyaya Nû ji bo ku ji Fransayê veqetin û serbixwe bibin, îro çûn ser sandoqê.
Li Kaledonyaya Nû ku dikeve başûrê rojhilata Okyanûsa Mezin, nêzî 174 hezar kesên ku mafê wan ê dengdayînê heye beşdarî referanduma serxwebûnê dibin.
Di dema xebatên referandumê de Kanakên gelê xwemalî yê welêt û komên alîgirê serxwebûnê kampanya li dar xistin û di kampanyayan de duruşmeya "em ji zincîrên otorîteyên mêtinkar rizgar bibin" derket pêş.
Li gor çavdêran rêjeya dengên alîgirên serxwebûnê ji sedî 50yî kêmtir e û dibêjin dibe ku di encama referandumê da serxwebûn dernekeve.
Tê payîn ku encamên referandumê di nav hefteyê de werin eşkerekirin.
Heke di referandumê de serxwebûn derkeve piştî Cîbutiya ku di 1977an de veqetiya û Vanuatuya ku di 1980yî de veqetiya, Kaledonyaya Nû jî wê ji Fransayê veqete û serxwebûna xwe bi dest bixe. Heke encam berevajî be, li gor peymana ku bi Fransayê ra hatiye kirin, Kaledonyaya Nû dê beriya sala 2022yan cardin bikaribin referandumeke din jî bikin.
Kaledonyaya Nû di Parlamentoya Fransayê de bi du parlamenter û du senatoran tê temsîlkirin û her sal ji Fransayê 1,3 milyar ewro alîkariya darayî hildide.
Fransayê di sala 1853yan de Kaledonyaya Nû xist bin serweriya xwe û ji vê dîrokê heta sala 1946an bûbû mêtingeh. Di sala 2003yan da bi guhertina destûra bingehîn bû herêmeke xweser a Fransayê.
Nifûsa wê nêzî 275 hezarî ye û erdê wê 18 hezar û 576 kîlometre çarqoşe ye. Ji sedî 44ê nifûsê Kanakên xwemalî ne. Li Kaledonyaya Nû zimanê fermî Frensî ye û paytextê wê jî Noumea ye.