Rûsya, Talibanê ji lîsteya terorê derdixe

2 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Taliban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya ji bo ku tevgera Talibanê ji lîsteya terorê derxe xebatên xwe temam dike.

Tevgera Talibanê li Federasyona Rûsyayê di lîsteya terorê de ye û rêxistineke qedexekirî ye.

Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî ragihandku Dîrektorê FSByê (Ajansa Federal ya Ewlehiyê Rusyayê) Alexander Bortnikov diyar kiriye ku Rûsya li ser mijara derxistina tevgera Talîbanê ji lîsteya rêxistinên terorê, nirxandina xwe temam dike.

Bortnikov îro di civîna 55emîn a Encumena Serokên Dezgehên Ewlehî û Xizmetên Taybet ên Dewletên CIS (SORB) de got:

"Rûsya xebatên xwe yên li ser mijara derxistina tevgera Talîban ji lîsteya rêxistinên terorîst temam dike."

Her wiha Bortnikov destnîşan kir ku kiryarên desthilatdarên Efxan "ji bo sazkirina nîzamê û parastina aramiyê" li wî welatî ne.

Li aliyê din, Bortnikov bangî welatên CISyê kir ku ji bo şopandin û naskirina kanalên ragihandinê yên di navbera komên terorîst û piştgirên wan de hevkariyê xurt bikin.

Bortnikov destnîşan kir ku di şerê li dijî îslamîstên radîkal ên ku li Efxanistanê tev digerin, girîng e ku hevdem bi Talibanê re hevkariyê pêş ve bibin û piştgirên potansiyel ên terorîstan li welatên CISyê werin destnîşankirin.

Wezîrê Karên Derve yê Efxanistanê Amir Xan Mutteqî çûbû Rûsyayê da ku beşdarî 6emîn Civîna Fourma Moskowê ya derbarê Efxanistanê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst