128 sal berê hatibû mûmyakirin: Êdî goreke wî heye

Hewlêr (Rûdaw) – Stoneman Willieyê ku sala 1895an li Amarîkayê ji ber sûcê diziyê hatibû girtin, di girtîgehê de mir û laşê wî bi armanca ceribandinên zanistî hat mûmyakirin.

Termê ku beriya niha bi 128 salan hatibû mûmyakirin êdî dibe xwediyê gorekê.

Li gorî Reutersê, nasnameya wî mûmyayî heta demên dawiyê jî nedihat zanîn.

Stoneman Willie kesekî ereqvexwer bûye û 19ê Çiriya Paşîn a sala 1895an ji ber nexweşiya gurçîkê di girtîgeha Pensîlvanyayê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Mala Cenazeyan a Aumanê, peywirdarekî ku rêbazên nû yên mûmyakirinê diceribandin Stoneman Willie bi şaşîtî mûmya kiriye.

Mûmya, bi bedlekî reş û kembera sor a ku li ser sînga wî hatiye danîn, di darbestê de tê nîşandan.

Stoneman Willie, dema ji ber sûcê diziyê hatiye girtin navekî din bi kar aniye.

Ji ber vê sedemê jî nasnameya wî ya rast û navnîşana malbata wî heta niha jî nedihatin zanîn.

Mala Cenazeyan a Aumanê ji bo ku cenazeyê mûmyakirî newe veşartin, ji dewletê re daxwazname nivîsand.

Ev mûmya, 128 salan li Mala Cenazeyan a Aumanê hat nîşandan.

Mala Cenazeyan a Aumanê ragihand ku nasnameya Stoneman Willie, di belgenameyên dîrokî de hatiye eşkerekirin û dê nasnameya wî di nava vê hefteyê de were parvekirin.

Piştî eşkerekirina nasnameyê wî dê mûmya were binaxkirin.

“Me digot Willie hevalê me ye”

Rêvebirê Cenazeyan Kyle blankenbiller got:

“Em wî wekî mûmya bi nav nakin, em wekî hevalê xwe behsa wî dikin.

Ew bûye îkonekî paşeroja Readîngê û bê guman îkonekî îro jî.

Stoneman Willieyê ku bûye parçeyek ji folklora bajarê Readîngê, dê beriya merasîma binaxkirinê were bibîranîn.

Cenaze dê hefteyekê li Mala Cenazeyan a Aumanê were nîşandan.

Stoneman dê roja înê li kolanên Readîngê bê oxirkirin û dê li goristaneke herêmê were veşartin.