Xelatgirên Nobelê yên Kîmyayê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) -  Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya îsal bû para Moungi Gabriel Bawendi, Louis E. Brus û Alexei I. Ekimov.

Moungi Gabriel Bawendi, Louis E. Brus û Alexei I. Ekimov. bi xebatên keşf û senteza xalên kuantumê Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2023yan wergirt.

Di civîna çapemeniyê de ya ku li Akademiya Zanistî ya Qraliyeta Swêdê hat lidarxistin, Ekimov û Brus ji ber ku di xebata xwe ya serbixwe de xalên kuantum çêkirine û Bawendi jî ji bo ku berhemanîna kîmyaya navborî ji kokê guhertiye, Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirt.

Par kîmyager Carolyn Bertozzi, Morten Meldal û K. Barry Sharpless Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtibû.

Xelata Nobel a kîmyayê yek ji pênc beşên xelatên Nobel, ên ku li ser navê Alfred Nobel hatine avakirin e.