Şoygu: Li Rûsyayê hejmara kesên seferberkirî ji 200 hezarî derbas kiriye

04-10-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di çarçoveya seferberiya leşkerî ya qismî de zêdetir ji 200 hezar kesan tevli Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bûn. Perwerdeya leşkerî ya welatiyên seferber li 80 polîgon û 6 navendên perwerdeyê pêk tê.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu îro Sêşemê 4ê Cotmeha 2022an ragihand, di çarçoveya seferberiya qismî de ku di 21ê Îlonê de dest pê kiriye, zêdetirî 200,000 kes êdî gihîştine Hêzên Çekdar ên Rûsyayê.

Sergey Şoygu got: “Li gor biryara Serokê Federasyona Rûsyayê ji 21ê Îlonê û vir ve li seranserî welêt seferberiyeke qismî destpê bûye. Heta niha zêdetirî 200 hezar kes guhîştine Hêzên Çekdar.”

Şoygu da zanîn ku perwerdeya yekîneyên ku nû hatine avakirin, li 80 polîgon û 6 navendên perwerdeyê tên kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê herwiha ragihand ku di dema seferberiya qismî de hejmareke zêde ya xwebexşan jî tên û wiha pê de çû: “Ez balê dikişînim ku di dema seferberiya qismî de hejmareke zêde ya xwebexş jî tên komîseriyayên leşkerî. Pir girîng e ku nêzîkayîyeke pir bi baldarî li ser her serlêdanek weha bê kirin, heya ku hincetên ciddî nebin divê kes neyê red kirin.”

Berê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê ragihandibû ku di çarçoveya seferberiya qismî de dê 300,000 welatî bêne seferberkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn roja 21ê Îlonê li Rûsyayê seferberiya qismî ragihandibû û şert û mercên seferberiyê jî weha diyar kiribû: “Seferberî ji bo wan welatiyan e, ku di yedekê de ne; û berî her tiştî ew kesên ku di Hêzên Çekdar ên Rûsyayê de xizmet kirine û xwedî pisporiya taybet ya serbazî û ezmûna peywendîdar in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst