Wergirên Xelata Nobel a Fîzîkê ya îsal hatin aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Nobel a Fîzîkê ya îsal pêşkêşî sê zanayên Amerîkî, Fransî û Nemsayî hat kirin.

Akademiya Zanistan a Şahane ya Swêdê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Xelata Nobel a Fîzîkê ya îsal pêşkêşî sê zanayên Amerîkî, Fransî û Nemsayî hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wê akademiyê, ji bo sala 2022 Fîzîkzanê Fransî Alain Aspect, John F. Clauser fîzîkzanê Amerîkî yê ceribandin û teoriyê û Anton Zeilinger fîzîkzanê Nemsayî (Awusturyayî) yê kuantomê hêjayî Xelata Nobel a Fîzîkî ya îsal hatin dîtin.

Akademiyê diyar kir ku xelat bi minasebeta “ceribandinên li ser fotonên tevlihev, nîşandana berevajîkirina newekheviyên Bell û pêşengiya wan di zanista agahdariya kuantumê de” ji sê zanayan re hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi van ceribandinên pêşkeftî, Aspect, Clauser û Zeilinger potansiyela kontrolkirin û vekolîna perçeyên tevlihev nîşan didin.

Xelata Nobel a Fîzîkê ya sala 2021ê ji meteorolog û avhewanasê Japonî Syukuro Manabe, okyanûsnas û modelê avhewayê yê Alman Klaus Hasselmann û fizîkzanê teorîk ê Îtalî Giorgio Parisi re hatibû dayîn.

Di sala 2020an de jî fîzîknasê matematîkî yê Brîtanî Roger Penrose, stêrnasê Alman Reinhard Genzel û stêrnasê Amerîkî Andrea Ghez ji ber xebatên wan ên dîtina çalên reş, Xelata Nobelê ya Fîzîkê wergirtibûn.