Hewlêr (Rûdaw) – Têkçûna Facebook, Instagram û WhatsApp a seranserê cîhanê 500 mîlyon dolar zirar daye aboriya cîhanî û Facebookê jî ji sedî 7 ji pişka xwe ji dest da. Herwiha xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg ji ber vê têkçûnê 7 mîlyar zerar kir.
Têkçûna Facebook, Whatsapp û Instagram bandorek neyînî di borsaya New Yorkê de li ser pişka Facebookê kir, ku her sê platformên medya civakî li xwe digire.
Ligel ku pirsgirêka hersê platformên medyaya civakî berdewam e, hîsseyên Facebook ê, ku di Endeksa NASDAQê de kar pê tê kirin, ji sedî 7ê nirx xwe ji dest da.
Li gorî daneyên NetBlocks, ku çavdêriya qutbûna gerdûnî ya înternetê dike, tê texmîn kirin ku têkçûna hevdemî ya Facebook, Instagram û WhatsApp di heyama demjimêrekê de 161 mîlyon dolar zirarê da aboriya cîhanî.
Nirxê bazarê yê Facebookê, ku roja Înê 1ê Cotmehê di asta 967 mîlyar dolarî de bû, lê ji ber têkçûna seranserê cîhanê di nav çend demjimêran de 56 mîlyar dolar heliya.
Herwiha bû sedem ku xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî 7 mîlyar dolaran zerar bike. Bi vî awayî, Zuckerberg, ku heta 4 demjimêran berê jî 5emîn kesê herî dewlemend ê cîhanê bû, lê niha bûye yê 8emîn.
Berpirsê Ragihandinê yê Facebookê Andy Stone, di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de got, "Em haydar in ku di gihîştina sepana me de pirsgirêk heye. Em dixebitin ku di zûtirîn dem de her tişt vegere rewşa asayî, em ji bo aciziyê lêborînê dixwazin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse