Yûnanistan: Divê Tirkiye pabendî yasaya be

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Yûnanê Notis Mitarachî ragihand ku, divê Ewropa soza ku dabû Tirkiyê cîbicî bike û vîzayê ji ser hemwelatiyên wê rake û Enqere jî peymana li ser penaberan weke xwe pêk bîne.

Rêveberiya Taliban li Efxanistanê bû sedem ku hejmareke zêde ji xelkê wî welatî koçber bibin û ew pêla koçberiyê hîna jî berdewam e. Ev yek jî tirsê li cem wan welatên li ser rêya koçberiyê çêdike.

Derbarê vê yekê de Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Yûnanê Notis Mitarachî jî ragihand ku heta niha ew ti liv û tevgereke ne asayî nabînin.

Notis Mitarachî dibêje, parastina koçberan li wan welatên derdora Efxanistanê girîng e û divê karekî zêdetir li gel rêkxistinên Ewrûpî ên navdewletî were kirin.

Mitarachi dibêje divê hem Enqere hem jî Yekîtiya Ewropayê rêzê li peymana di derbarê koçberan de bigrin û got: “Ewropa soza xwe ya nehiştina vîzayê bo hemwelatiyên Tirkiyê pêk bîne û Tirkiyê jî koçberên ku serlêdana wan red bûye, wergire.”

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Yûnanê herwiha dibêje, ew niha dixwazin 1908 koçberan vegerînin lê Tirkiyê wan qebûl nake.

Hikûmeta Yûnanê bi hevkarî û hevahengiya li gel welatên Yekîtiya Ewrûpayê, dixwaze kampên nû li her 5 gravên, Leros, Lesbos, Kos, Chios û  Samos ên wî welatî, ava bike ji bo ku rê li ber çûna zêde ya koçberan ji bo Ewropayê bigre. Yekîtiya Ewropa 276 milyon Euro ji bo avakirina 5 kampên nû veqetandiye.