Fumio Kishida bû serokwezîrê nû yê Japonê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Lîberal Demokrat (LDP) a Japonê, Fumio Kishida di civîneke awarte ya parlamentoya wî welatî de wek serokwezîrê nû yê Japonê hat hilbijartin.

Fumio Kishida roja 29ê Îlona îsal wek serokê nû yê Partiya Lîberal Demokrat ku li Japonê partiya desthilatdar e, hatibû hilbijartin.

Îro di civîna parlamentoya Japonê de, Fumio Kishida bi piraniya dengên parlamenteran wek serokwezîrê nû yê welat hat hilbijartin û tê çaverêkirin di demeke kurt de hikûmeta nû ava bike.

Kishida bi bidestxistina dengên 311 parlamenteran li hember serkirdeyê opozisyonê ku 124 deng bi dest anîn, serkevtin bi dest xist.

Bi vê yekê, Fumio Kishida bû 100mîn serokwezîrê Japonê.

Parlamentoya Japonê 465 kursiyê wê hene û Partiya Lîberal Demorkat (LDP) xwediyê 285 kursiyan e. LDP herwiha di Senatoyê de jî ku ji 245 kursiyan pêk tê, xwediyê 113 kursiyan e.

Fumio Kishida yê 64 salî, di navbera salên 2012 heta 2017an de Wezîrê Derve yê Japonê bûye û li Japonê wek kesayeiyekî miyanrew tê naskirin.

Di hilbijartina serokatiya LDP de ku hefteya çûyî birêve çûbû, Kishida Wezîrê Reformê Kono Taro û kandîdên jin Wezîra Navxwe ya berê Noda Seiko û Wezîra Ragihandinê Takaichi Sanae têk biribûn.

Kishida dê heta hilbijartinên giştî yên welat ku biryar e di 31ê Cotmeha 2021an de bên lidarxistin, di posta serokwezîriya Japonê de bimîne.