Kesê karîkatura pêxemberê Îslamê çêkiribû di qezayekê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Karîkaturîstê  Swêdî yê ku karîkatura Pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed çêkiribû, di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Lars Vilks ê 75 salî, dema di otomobîleke polîsan de bû, ligel du polîsan, li nêzîkî navçeya Markaryd li başûrê Swêdê otomobîla wan û barhilgirek li hev qelibîn.

Li gor zanyariyan di encama wê bûyera trafîkê de, Vilks û herdu polîsan canê xwe ji dest dan û ajokarê barhilgirê jî birîndar bû.

Polîsan derbarê vê bûyerê dest bi lêkolînan kiriye, lê ew dibêjin heta niha ti belge li ber destê wan nîne ku ev bûyer bi qestî hatibe kirin.

Ji 2007an ve Lars Vilks di bin parastin û çavdêriya polîsan de bû ew jî piştî ku wî karîkatura Pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed çêkiribû û bi wê sedemê jî ji aliyê gelek kes û rêxistinên Îslamî ve ew rastî gefan hatibû.

Piştî wê karîkaturê, Serokwezîrê Swêdê yê wê demê Fredrik Reinfeldt li gel balyozên 22 welatên Îslamî civiyabû, daku rewşê aram bike.

Rêxistina Qaîde li Iraqê 100 hezar dolar destnîşan kiribû, bo her kesê ku bikaribe Lars Vilks bikuje.

Karîkaturîstê Swêdî 2015an li Kopenhagen a paytexta Denmarkê, di dema beşdariya dîbeytekê de, kesekî bi damançeyê teqe lê kir û di encamê de derhênerekî filman hatibû kuştin.