Pentagon: Divê Koreya Bakur ceribandinên mûşekî rawestîne

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Pentagonê ragihand, Koreya Bakur bêyî berçavgirtina dîplomasiyê ceribandineke nepêwîst a mûşekî pêk aniye û daxwaz kir, Pyongyang ceribandinên xwe yên mûşekî rawestîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Jonathan Rath da xuyakirin, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper derbarê ceribandina mûşekî ya Koreya Bakur a nû de, bi rêya pêwendiyeke telefonî li gel hevtayê xwe yê Japonî gotûbêj kiriye.

Berdevkê Pentagonê diyar kir, Wezîr Mark Esper pêwendî bi Wezîrê Berevaniya Japonê kiriye û di vê pêwendiya telefonî de herdu aliyan behsa Koreya Bakur û ceribandina nû ya mûşekî ya wî welatî kirine.

Jonathan Roth gor, herdu wezîr li ser vê yekê hevnerîn bûn ku Koreya Bakur ceribandineke nehewce pêk aniye, û guh nedaye dîplomasiyê.

Li gor gotina Berdevkê Pentagonê, wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Japonê tekezî li ser wê yekê jî kirine, ku pêwîst e Koreya Bakur hemû ceribandinên xwe yên mûşekî rawestîne.

Koreya Bakur di 2ê vê mehê de ceribandineke nû ya mûşekî encam daye.