Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Herî kêm 4 kes hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Di êrişeke çekdarî ya li eyaleta Georgiyayê ya Amerîkayê de 4 kes hatin kuştin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Amerîkayê diyar kir ku li gorî saeta herêmî saet 11:30an li dibistana Apalacheeyê ya li bajarê Winderê yê eyaleta Georgiayê dengê çekan hat bihîstin.

Li ser bihîstina bûyerê tîmên ewlehiyê çûn dibistanê.

Li gorî zanyariyên hêzên ewlehiyê bûyer êrişeke çekdarî ye û li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine standin.

Şerîfê eyaleta Barrowê Jud Smith di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew niha nikarin li ser bûyerê hûrgiliyan bidin û ew hîn jî bi awayekî çalak li ser êrişê dixebitin.

Şerîf Jud Smith behsa girtina tohmetbar kir û got:

"Di vê demê de ez dikarim bibêjim ku gelek birîndar hene lê ez dê rewşa wan bi zelalî şîrove nekim."

CNN: 4 kes mirine herî kêm 30 kes birîndar bûne

Li aliyê din, hin berpirsên ewlehiyê ji CNNê re diyar kir ku di êrişê de 4 kes bi guleyan hatine kuştin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên CNNê piştî zelalbûna bûyerê hêzên ewlehiyê dê li ser bûyerê daxuyaniyê bidin.

Koşka Spî jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku Joe Biden derbarê êrişê de hatiye agahdarkirin.