Lûtkeya Almanyayê ya koçberan: Tundkirina tedbîran û dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kuştina 3 Almanan û birîndarkirina 8 kesan a ji aliyê penaxwazekî Sûriyeyî ve bandor li ser nerîna beşek ji berpirs û welatiyên Almanyayê ya li ser koçberan kiriye.

Beşeke koçberên li Kampa Odintalê yê rojavayê Almanyayê di bin gefa dersînorkirinê de ne.

Şaredarê Odintalê Robert Lehnartz li ser mijarê got:

“Tevlîbûna wan kêm bûye, penaxwazên vê kampê di bin zexteke zêde de ne, bi taybetî piştî êrişa Zolengtinê.”

Ji bo guhertina siyaseta koçberbûnê û biryardana li ser çarenivîsa penaxwazan, Hikûmeta Almanyayê partiyên siyasî, serokên fraksiyonên parlamentoyê, nûnerên rêxistin û sendîkayan biryara rêxistina lûtkeyekê da.

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Christiane Hoffmann anî ziman:

“Ya baştir em li dû bûyeran nekevin, bila hemû aliyên hikûmetê bicivin û bizanibin çi biryar tê dayîn.”

Paketeke ji heft rûpelan a taybet bi ewlehiya Almanyayê hatiye amadekirin ku di civînê de were pêşkeşkirin.

Partiya Xirîstiyan Demokrat a mixalefet daxwaza dersînorkirina bilez a penaxwazên tawanbar dike, sendîkayên polîsan jî dibêjin ev ne bes e.

“Tên welêt û tawanan dikin”

Berpirsê Sendîkaya Polîsên Almanyayê Rainer Wendt jî got:

“Eger rewş bi vî awayî bimîne û sînor neyên tundkirin, êdî sûd ji dersînorkirina penaxwazên tawanbar nayê dîtin.

Ji ber ku tawanbarên din bi awayekî neyasayî di sînorên me re tên welêt û tawanan dikin.”

Bi dersînorkirina beşeke penaxwazan û tundkirina sînoran a li ber koçberan dilê partiya rastgir AFDyê sar nake.

Beşek ji berpirs û endamên partiyê dixwazin tenê textekî razanê, sabûnek û çend perçe nan bidin koçberan.