Rûsya ji bo Kurdan federalîzmê dixwaze yan otonomiyê?

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê berê yê Vladimir Putin ragihand ku Rûsya dixwaze li Sûriyeyê sîstemeke federal hebe û ew otonomiyê naxwaze.

Sergey Markovê şêwirmendê berê yê Vladimir Putin bû mêhvanê bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û mijarên li rojevê nirxandin.

Civîna Tirkiye û Sûriyeyê kengî ye?

Sergey Markov pirsa “Gelo dê civîna Tirkiye û Sûriyeyê were kirin an dê kengî bê kirin?” wiha bersivand:

“Her çi qasî niha ji bo civînê amadehî hebin jî zehmet e ku em bibêjin dê filan demê civîn bê kirin lê helbet dê ev civîn were kirin.”

Sergey Markov diyar kir ku dê civîna çaralî ya Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê were kirin û dê dê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî beşdar bibe.

Markov amaje pê kir ku “Divê guherîn di polîtikayên welatên başdar de çêbibin û ji civînê encamên erênî derkevin.”

Şêwirmendê berê yê Vladimir Putin li ser dema civînê jî ev agahî dan:

“Dibe ku dawiya îlonê yan jî destpêkê çiriya pêşîn be, ez nikarim demeke teqez bidim lê piştrast bin ku dê ev civîn were kirin û dê Îran jî beşdarî bibe.”

“Rûsya çima dixwaze pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê baş bibin?”

Sergey Markov li ser pirsa bi rengê “Rûsya çima dixwaze pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê baş bibin?” wiha got:

“Rûsya li dûv aştiyê ye. Rûsya li seranserê cîhanê yek ji wan welatên kêm e ku aştiyê dixwazin.

Çima Rûsya vê dixwaze? Vladimir Putin dixwaze bigihe aştiyê. Beriya ku şerê li Ukraynayê dest pê bike jî Putin hewl da wê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bike.

Sedema yekem ev e ku Rûsya piştgiriyê dide aştiyê.

Sedeme duyem jî ev ku Rûsya piştgiriyê dide Hikûmeta Sûriyeyê û eger pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê baş bibin dê pirsgirêkên li ser sînorên wan, mebesta min pirsgirêkên leşkerî ne, jî çarser bibin.

Wê demê dê destê Rûsyayê hem jî aliyê aborî û hem ji aliyê siyasî ve bihêztir bibe.

Xeyn ji van, Rûsya ji aliyê erdnigariyê ve jî nêzîkî her du welatan e. Ev pêgeha cografîk wiha dike ku Rûsya bixwaze pêwendiyên her du aliyên baş bibin.”

Gelo Esed razî bûye?

Markov bi bîr anî ku Erdogan gotiye, “Em amade ne bi Sûriyeyê re rûnin” ji ber vê yekê jî vê carê amadehî baştir in û egera encamên erênî zêdetir e.

Dîplomatê Rûs pirsa “Ma Beşar Esed razî bûye ku bi Erdogan re li hev rûnin?” bi vî awayî bersivand:

“Teqez dê civîn bi beşdariya serokên wan welatan pêk were.

Putin dê kêfxweş bibe ku civîn li Soçî yan Moskowê be û Beşar Esed jî beşdar bibe.

Plan wiha ye ku civîn bê kirin û Esed û Erdogan jî beşdar bibin lê nizanim bê ma Esed ji sedî 100 amade ye yan na.

Heke ev yek pêk were dê ji bo Amerîkayiyan bibe bombeyek çimkî ew naxwazin ku Rûsya bibe navbeynkar.”

“Tirkiye naxwaze Kurd otonom bin”

Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov bangî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, “Pişta xwe bi Amerîkayê qewîn mekin.”

Pêşkêşkarê ev daxuyanî bi bîr anî û pirsî, “Eger Tirkiye û Sûriye li hev werin çi garantî heye ku mafên Kurdan bi cih werin?”

Sergey Markov bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan û got:

“Tirkiye dilgiran e ku otonomiya Kurdan hebe çimkî Tirkiye dizane Kurdên li wê derê ji bo otonomiyê û ji qewlê Tirkiyeyê ve ji bo serxwebûnê şer dikin.

Şiyana leşkerî ya Kurdan dê li ser maseya diyalogê be.”

Plana Rûsyayê, federalîzm an otonomî?

Markov pirsa “Rûsya ji bo vê mijarê çi pêşniyar dike?” bi vî rengî bersivand:

“Rûsya pêşniyar dike ku li Sûriyeyê cureyekî federalîzmê hebe, ne ku welatekî navendî hebe û hemû di kontrola şamê de be.

Na, Rûsya sîstemeke federal dixwaze ku otonomiyê nade kesekî lê federalîzmê dide. Rûsya ji vê sîstemê bawer dike û bi ya wê rêya çareseriyê ev e.”

Hebûna Amerîkayê?

Sergey Markov li ser pirsa “Dema ev tên kirin rola Amerîkayê li ber çavan hatiye girtin?” got:

“Rûsya li Sûriyeyê hebûna leşkerî ya Amerîkayê qebûl nake û şerê ku niha li Sûriyeyê heye şerekî biwekalet e.

Amerîka bêyî ku rêwabûna wê hebe li wê derê ye û li hinek deverên wekî Ukraynayê jî li dijî Rûsyayê tevdigere.

Amerîka şerê bi DAIŞê re dike reklam da ku li wir bimîne.

Rûsya li ser daxwaza Sûriyeyê li wir e lê Amerîka li ser daxwaza kesî çûye wir.”