Putîn: Em hatin xapandin

04-09-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Tirkiye Erdogan Putîn Soçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku welatên rojavayî yên hevalên wan, di mijara korîdora genim de ew xapandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê piştî hevdîtina dualî û ya şandeyan, civîna çapemeniyê li dar xist.

“Bila Peymana Dexlûdanê berdewam be”

Erdogan di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku ew dixwazin Peymana Dexlûdanê ya Behra Reş berdewam bike û got:

"Em bi biryar in ku li herêma me xebatên xwe yên ji bo aştiya mayînde û aramiyê bidomînin. Bi me baweriya me divê kêmasî bên temamkirin û hewldan bidomin.

Divê Ukrayna di mijara gavên hevpar ên bi Rûsyayê re de tevgerên xwe nerm bike.”

Erdogan da zanîn ku Putîn gotiye, “Ji bo ku ji welatên feqîr re milyonek ton dexlûdan bê şandin me xebatên lojîstîk kirin”.

Bi gotina Erdogan wî jî wiha bersiva Putîn da:

 “Wek Tirkiye çi dikeve li ser milê me, em amade ne. Di mijara dexl wek ard ji welatên Afrîkayê re bê şandin de Rûsya, Tirkiye û Qeter dê gavên pêwîst bavêjin û ez hêvî dikim em jî li cem van welatan cih bigirin."

Erdogan herwiha ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê jî wiha peyam da:

 "Me berê di navbera aliyan de mazûvaniya mizakereyên rasterast kir. Di vê mijarê de wekî her carê em amade ne çi bikeve ser milê me, em bikin."

Putîn jî di axaftina xwe de derbarê mijara korîdora genim de wiha got:

"Hevalên me yên Rojavayî em xapand. Bila di nava çend rojan de soz bên bicihanîn, em dê ji bo domandina korîdora genim, hewldanên xwe bidomînin.

Em dixwazin korîdora genim vejînin. Em dê vê bikin. Em dê bi şertekî bikin. Em dixwazin berhemên me yên çandiniyê jî bêasteng derkevin ser behrê."

“Rûsya dê bibe şirîkê herî mezin ê Tirkiyeyê”

Putîn derheqê projeya li Tirkiyeyê ya gaza siruştî de jî wiha got:

"Gazpromê nexşerê pêşkêşî BOTAŞê kir, di dorê de damezirandina koma xebata hevpar heye.

Rûsya di mijara gaza sirûştî de her tim dê bibe şirîkê herî mezin û berpirsyar yê Tirkiyeyê. Em dikarin bibêjin ku em dê gaza siruştî hinardeyî welatên sêyemîn bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst