Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Sisciu ya Wîlayeta California ya Amerîkayê, ku ji 2ê vê mehê ve agir bi daristanên wê ketiye nêzikî 100 mal û avahî şewitîne.
Rêveberiya Şaristanî ya Californiayê rewşa neasayî ragihandiye û daxwazê ji welatiyên nêzîkê agir dike ku xaniyên xwe bicîh bihêlin.
Sedema sereke ya kontrolnekirina agir jî bayekî bihêz e ku leza ba 58 kîlometre di demjimêrekê de ye, lewra di her demjimêrekê de 809 donim zevî dişewitîne.
Berdevkê Ajansa agirpêketina Californiyayê Rick Carhat got "Îlon û Cotmeh du xirabtirîn meh in bo derketina agir li vî beşê wilayetê, ji ber ev demeke baran nebariya ye. Her roj û mehekê ku bê baran birê dikin navçe hişktir dibe, ev jî belavbûna agir piştî pêketinê asantir dike. Yek ji pirsgirêkan li vê derê ew e, piraniya demê ba heye, lewra ba yek ji wan sedeman e ku agir zûtir belav dibe."
Zerara agir zêde ye û kontrolkirin jî ne nêzîk e. Li gor Ajansa Agirpêketina Californiayê, agir 6 hezar û 886 donim zevî şewitandiye û tenê ji sedî 5 hatiye kontrolkirin.
Lewra daxwaz ji 7 hezar û 500 niştecihên navçeya Sisicu hatiye kirin ku malên xwe bicîh bihêlin, heta niha jî 100 xanî û avahî şewitî ne û 2 kes jî birîndar bûne.
Nişteciyê Widê Deiv Rodgerz dibêje "Hemû hev dinasin, hemû wek malbatekê ne û bihevre mezin bûne. Agir berî çend salan tiştên zêde ji me birine, lê me bi hev re rê li ber girtiye, niha jî careke din divê em xweragir bin."
Li California di pênc salên borî de, zêdetirîn bûyerên derketina agir di dîrokê de çêbûne.
Sala 2022ê jî amarên derketina agir bi vî awayî bûn. Di heşt mehên yekem ên îsal de 5 hezar û 828 agir li Californiayê derketine û 328 hezar û 93 donim zevî şewitandine. 4 kesan canê xwe ji dest dane û 507 avahî û xanî jî şewitî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse