Bajareke Mississippi rûbirûyê krîza avê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wîlayeta Mississippi ya Amerîka rastî krîza avê hatiye. Pirs tenê hişkesalî nîne, şêniyên wê navçeyê dibêjin, siyaset û regezperestiyê jî bandora lê kiriye.

Hikûmetê artêş erkdar kiriye ku ava vexwarinê bi ser welatiyan de dabeş bike lê ev tenê ji bo heyamekê û di rewşeke awarte de ye.

Li bajarekî weke Jackson ê li wîlayeta Mississippiyê, 30 sal in kêşeya ava vexwarinê heye ku %82ê şêniyên wê reşpêst in.

Şêniyekî wî bajarî dibêje, eger krîza avê li bajarekî spîpêstan ba, wê di heftiyekê de bihati çareserkirin.

Tracey ev 30 sale li bajarê Jackson a wîlayeta Mississippiyê ye. Ev çend sal in vî bajarî pirsgirêka xwe ya ava pak heye.

Welatiyê Jackson Tracey Edwards got, “Li gorî min regez û siyaset roleke girîng di krîzan de dileyîze; eger ev pirsgirêk li Madison, Clinton yan Brandon ku piraniya nîşteciyên xwe sipîpêst bûna, wê di nava hefteyekê de bihata çareserkirin.”

Di rapirsiyeke Navenda Lêkolînê Pîbu %80ê ciwanên reşpêst tên çewisandin. Rêjeya bêkariyê di nava reşpêstan de %6 e lê di nav sipîpêstan de %3ê ye.

Di navbera salên 2015 û 2022an de ji tevahiya nişteciyên reşpêstên li Amerîkayê ku 42 milyon kes in, 1681 ji aliyê polîsan ve hatine kuştin; ji 197 milyon sipîpêstî 3,189 kes hatine kuştin.

Li gorî amarên fermî yên Amerîkayê, di sala 2020an de rêjeya nexwendevaniyê %11.4 bûye, ji %19.5ê vê hêjmarê reşpêst in û %8.2ê wan jî sipîpêst in.

Hikûmetê rewşa awarte ragihandiye û artêş erkdarkiriye ku ava vexwarinê bi ser welatiyan de belav bike.

Welatiyê Jacksonê Tracey Edwards anî ziman, “Hinek ji sabuna firaxşuştinê û ava cilan fast têxim nav avê. Ew çi mîkrop di nav avê de hebe dikuje. Bi vî awayî ez firaxê xwe ji mîkropên heyî pak dikim û dikarin bi dilê xwe tê de xarinê bixwim; heta bo xwe şuştinê jî hinek ji wê fasa mîkropkuj têxim nêv avê.”

Nirxê mehane yê avê li vê wîlayetê 24 Dolar e lê divê her malbatek rojane tenê 450 lître av bi kar bîne. Xelk gilî ji wê yekê dike ku pere didin lê ava heyî bo bikaranînê nabe.