Pakistan: Hejmara yên ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane gehişte 1290 kesan

04-09-2022
RÛDAW
Nîşan Pakistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Yekşemê 4ê Îlona 2022ê Fermangeha karesatên Xwezayî ya Pakistanê ragihand ku tenê di dema 24 demjimêrên borî de 29 welatiyan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û bi vê jî hejmara canjidestdana ji ber lehiyê gehişte hezar û 290 kesan. Berpirsên Pakistanê jî daxwaza hevkariya zêdetir bo qerebûkirina zeraran dikin.

Li gor amarên rêxistinên ne hikûmî yên Pakistanê, heta niha beşeke zêde ji Herêma Belûcistan, Khyber Pakhtunkhwa û Sindh li başûrê welat ketine bin avê. Hevdem 180 kesan li Sindh, 130 kesan li Khyber Pakhtunkhwa û 125 kesan li Belûcistanê canê xwe ji dest dane.

Li Pakistanê lehiyê zerar gihandiye 1 milyon û 468 hezar û 10 xaniyan, 736 hezar û 459 ajelên kedî jî ji ber lehiyê ji nav çûne. Zerara maddî heta niha wek 10 milyar dolat tê texmînkirin, lê heta niha zerar û ziyan tam nehatine diyarkirin û karûbarên di vî warî de berdewam in.

Piştî lehiyê hejmarek welatan alîkarî ji Pakistanê re şandine û roja Şemiyê yekem firoke ji Fransayê gehişte Firokexaneya Îslamabad. Wezîra Rûbirûbûna Hejariyê li Pakistanê ragihand ku hikûmetê 25,000 rupee yên Pakistanî, wate 114 dolar bi ser 723 hezar û 919 malbatên Pakîstanê de dabeş kirine.

Roja Yekşemê, Wezîrê Plandanînê Îhsan Îqbal daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir hevkariya Pakîstanê bikin û hikûmeta wan hemû asankariyekê bo rewşa welatiyan dike. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî dibêje, lehiyê yek li ser siyê welatê wî girtiye û bandor li jiyana 33 milyon welatiyan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst