Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê, nîştecîbûna mirovî da penaberekî Kurd ku nexweş e û wê çavdêriya tendirûstiya wî bike. Biryare neştergeriya çandina pişik jê re bê kirin. Ev jî piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê, raporek li ser wî penaberê bi navê Kamil Ebdullqadir çêkir, pêk hat.
Ew penaber di sala 1988ê de ketiye ber çekên kimyawî, tenê ji sedî 7ê pişên wî kar dikin. Pizîşkên Almanî daxwazê dikin malbata wî ji bo Almanya bên şandin û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê alîkar be. Dîtina malbatê berî neştergeriyê, ji bo morala wî baş e.
Mamosta Kamil Ebdullqadir, li kampa penaberan a li bajarê Hessen ê Almanyayê dima û piştî ku Rûdawê li jiyan û rewşa tenduristiya wî raport belav kirin, niha hikûmeta Almanyayê girîngî daye wî birîndarê êrişa kîmyabarana Helebceyê û li nexweşiyeke Almanyayê di bin çavdêriyê de ye.
Eva Maria Rexhausen ku pizîşk û serpereşta wî cihî ye, dibêje, Kamil çaverêyî pişikeke nû ye û dibêje ew dever baştirîn cih e bo wî hemû xizmet bên kirin û diyar dike, “Her roj çaverêyî berteka nexweş in ku bizanin kengî pişika nû biçînin. Di van rewşên dijwar de, rewşên derûnî gelek girîng e ku nexweş na aram nebe. Ji ber hindê hatine malbata Kamil, gelek girîng e, ji ber ku rewşa tenduristiya wî xerab e.”
Du hefteyên din biryare li nexweşxaneyê, Kamil ku temenê wî 44 sal in, hemû pişkinînên wî yên beriya çandina pişikê bê kirin.
Pîzişkê Kamil dibêje, “Kamil di rewşeke wisa de ye ku divê bilez neştergeriya wî pêk bê. Bêyî amadebûna malbata wî encamdana neştergeriyê karekî dijwar e.”
Hikûmeta Almanyayê ji ber ku jiyana wî di metirsiyê de ye, mafê niştecihbûna mirovî daye Kamil, lêbelê mafê penaberiyê pê nehatiye dayîn. Ji ber hindê Kamil nikare malbata xwe bibe Almanyayê û ji ber hindê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ji bo wergirtina vîzeyê bo malbata wî hevkarî bê kirin.
Michael Johansen, ev 21 meh e, hevkariya Kamil dike û dibêje encamdana neştergeriya Kamil, bi amadebûna malbata wî ve girêdayî ye.
Rawêşkarê Kamil, Johansen, dibêje, pêwîstiya wan bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û diyar diyar dike, “Daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin hevkar be û ew zarok bê bav nebin û hevjîna wî jî bê cem wî. Ji ber ku bêyî hevkariya malbata wî Kamil nikare xwe li ber neştergeriyeek wiha dijwar bigire.”
Kamil niha li jêr çavdêriya pîzişkî de ye û her tim bê rêya telefonê li gel malbat û hevjîna xwe di peywendiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse