Koşka Spî: Eger Esed çekên kîmyawî bi kar bîne em ê demildest bersiv bidin

04-09-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Çekên Kîmawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koşka Spî derbarê egera êrîşa ser Idlibê ragihand, ku eger hikûmeta Sûriyê çekên kîmyawî bikar bîne dê Amerîka “bi lezgînî û bi awayeke guncayî” bersivê bide.

 

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand: “Amerîka ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Idlibê dike ku niha bi milyonan kesên bêtawan li wir di bin êrîşeke din ê rejîma Esed de ne.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Serokê Amerîkayê Donald Trumo li hember egera êrîşeke wiha yê metirsîdar hişyarî daye û destnîşan kiriye ev yek metirsiyê li ser jiyana bi sed hezaran kesên xelkê Sûriyê çêdike.

 

Koşka Spî tekez dike, “Bila helwesta me ya zelal were zanîn, eger Esed êrîşeke kîmyawî li Idlibê bike bi em ê lezgînî û bi awayeke guncayî bersivê bidin.”

 

Koşka Spî di xwaxuyaniya xwe de dide xuyakirin ku Amerîka dê li gel hevpeymanên xwe ji bo peydakirina çareseriyên diplomatîk kar bike û hewl bide krîza Sûriyê nehêle.  

 

Ev çend meh in artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê xwe ji bo kontrolkirina parêzgeha Idlibê amade dike. Idlib niha pêgeha dawîn a opozîsyon û grûbên çekdar ên neyarên hikûmeta Sûriyê ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst