DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî navçeya Şingalê kir ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir.
Meclîsa Navendî ya Êzidiyan bi boneya bibîranîna wê komkujiyê li Dêra Polê ya li bajarê Frankfurtê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de ji bilî hinek siyasetmedar û parlemeternên Almanyayê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî tevlî bûn û gotar pêşkêş kirin.
4 parlementerên Almanyayê jî ji bo kar û xebata wan ên derbarê piştevanîkirina Kurdên Êzdî hatin xelatkirin.
Ew perlemanter niha kar li ser wê yekê jî dikin ku dersînorkirina Kurdên Êzidî ji Almanyayê raweste.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku Peymana Şingalê nehatiye bicihkirin û ew dever ne aram û ne ewle ne.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku ew dê berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo xizmetkirina Kurdên Êzidî û dê pabend bin bi dabînkirina edaletê ji bo wan û dê kesên destê wan di tawanan de hene ceza bikin.
Rêber Ehmed diyar kir ku tîrmeha îsal Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bernameya alîkariya darayî ragihandibû ku tê de 3 hezar keç û jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne mehane dê mûçeyekê wergirin.
Rêbar Ehmed bi bîr xist ku Şingal bi “hewldanên wêrek ên Hêzên Pêşmerge” hat rizgarkirin û “di şer de 500 Pêşmerge şehîd bûn.
Lê Rêbar Ehmed di heman demê de li xwe rexne girt ku Peymana Şingalê ya Çiriya Pêşîna 2020a li gel hikûmeta Îraqê hatiye îmzekirin, heta niha nehatiye bicihkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got:
"Armanca peymanê asayîkirina rewşa Şingalê ye û ew jî bi rêya pêkanîna aramî, ewlehî, rêvebirina sivîl, xizmetguzarî û nûavakirinê ye.”
Rêber Ehmed di heman demê de tekez kir ku ji ber Peymana Şingalê nehatiye bicihkirin heta niha jî deverên Êzidiyan ne aram û ne ewle ne.
Fuad Husên: Hikûmeta Îraqê Şingal xistiye nav projeyên nûavakirinê
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî di destpêka axaftina xwe pesnê hikûmeta Almanyayê û parlamenterên Almanyayê da ku jenosîda Kurdên Êzidî nas kirine.
Fuad Husên wiha got:
"Deh sal bi ser jenosîda rêxistina terorîst a DAIŞê re derbas bûn. Tawanên hovane bi awayê herî dirinde ji bo xirabkirina nirxên mirovî û binpêkirina mafên kesane (li dijî kurdên Êzidî) hatin kirin."
Fuad Husên tekez kir ku êrîşa li ser Êzdiyan “hewldaneke ji bo bidawîkirina hebûna wan a li Iraqê bû.”
Wezîrê Derve yê Îraqê eşkere kir ku ew dê berdewam bin ji bo nasandina mafên wan û dabînkirina edalet û dana tezmînatê û got:
“Hikûmeta Îraqê bi rêya çendîn sazî û projeyên xizmetguzariyê piştevaniya darayî, derûnî û civakî pêşkêşî Êzdiyan kiriye.
Şengal jî xistiye nava projeyên xwe yên ji nû ve avakirinê û di bûdceya 2021-2025an de alîkariya darayî jê re veqetandiye.”
Hikûmeta Îraqê jî komîteyek ji bo lêgerîna wan revandiyên Kurdên Êzidî pêk aniye da ku çarenivîsa wan were zanîn û herwiha tedbîrên pêwîst ji bo vegerandina wan bên standin.
“Berî 10 salan jenosîd li dijî Êzidiyan hat kirin”
Alîkarê Serokê Meclîsa Navendî ya Êzidiyan a Almanyayê Zemfîra Dilovanî jî gotarek pêşkêş kir û got:
"Berî 10 salan jenosîd li dijî Êzidiyan hat kirin. Ev bûyereke tal e ku bi serê gelê me de hat.
Bi hezaran mirovên bêguneh mirin û gelek jî koçber bûn. Tevî van hemûyan hîn jî xwestekek mezin di nav gelê me de heye.”
Zemfîra Dilovanî herwiha diyar kir ku di meha Nîsana îsal de kampeke koçberan a Herêma Kurdistanê ziyaret kiriye û ji nêzîk ve rewşa wan dîtiye.
Pîr Xetab: Em hêvîdar in Îraq komkujiyê wekî jenosîd nas bike
Qewalê Êzidiyan Pîr Xetab Xelef jî got ku her olek xwedî bîr û baweriyên xwe ne û Êzidî jî xwediyê baweriyên xwe ne.
Derbarê komkujiya DAIŞê ya bi serê Kurdên Êzidî de aniye jî Pîr Xetab got:
"Xwedê mafê ti kesî ji kesên din re nahêle. Piştrast bin ku mafên me ji wan re namîne.
Di Êzidîtiyê de her mezlûm dengê xwe dike û dibêje ez kur û keça filan bûm ez li Şingalê hatim kuştin.”
Pîr Xetab piştî axaftina xwe sirûdeke ya Êzidiyan xwend û paşê jî hêvî kir ku Îraq jî wekî Almanyayê komkujiya Kurdên Êzdî wekî jenosîd nas bike.
Endameke şaredariya Dusseldorfê: Ji bilî kuştinê, hinek Kurdên Êzidî hatin firotin
Endama Şaredariya Dusseldorfê Elke Vuitelê jî axaftinek kir û bi bîr xist ku Kurdên Êzidî ne tenê hatin qetilkirin, her wiha hatin firotin jî.
Elke Vuitelê helwesta Almanyayê ya ji bo nasandina jenosîda Kurdên Êzidî bilind nirxand û got:
"Hemû kesên li vir baweriya wan demokrasî û mafan heye. Azadiya derbirînê ji bo me xaleke girîng e.
Baweriya mirov çi dibe bila bibe ferq nake. Ji ber ku ji bo me xala bingehîn mirovahî ye."
Ortaç: Divê Êzidî karibin bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin
Serokê Encumena Navendî ya Êzidiyan a Almanyayê Îrfan Ortaç derbarê komkujiya Kurdên Êzidî axivî û destnîşan kir ku ev komkujî ne jenosîdeke ku bi hêsanî were vegotin.
Îrfan behsa girîngiya nehiştina rik û kînê û pêkanîna aştiyê kir û got:
“Divê Êzidî karibin bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin, li Sûriye, Tirkiye û Îraq û heta ku li Almanyayê jî. Dema ez li şaredariya Ausburgê bûm, wê demê firsenda min hebû ku ez bi çend kesên rizgarbûyî re biaxivim.
Bi rastî bandoreke mezin li min kirin. Komkujiya Şingalê û bûyerên gelek sosret hatin bihîstin.
Yek ji wan got em dixwazin Almanyayê bîrdariyekî ji bo komkujiya Êzidiyan ava bike.
Paşê destê min girt û got ku werin em bi xwe welatê xwe ji nû ve ava bikin û 50 euro da min.
Paşê jî got ku ev piştgirîya min e ji bo bîrdariyê."
Îrfan Ortaç herwiha got ku rizgarbûyên ji destê DAIŞê pêwîstî bi çavdêrî û guhdarkirinê heye.
Raspardiyê hikûmeta Almanyayê: Ez dengê Kurdên Êzidî me
Raspardiyê hikûmeta Almanyayê ji bo azadiya olî Frank Sichwabê gotarek pêşkêş kir û got:
Ezw dengê Kurdên Êzidî me. Em di diyarkirina çarenûsa xwe û paşeroja xwe de piştgiriya wan dikin.
Di vî warî de berpirsyariyeke girîng a Almanyayê heye. Almanya dema jenosîda Êzidiyan pejirand, gaveke girîng avêt.
Ez spasiya hemû hevalên me yên ku li ser vê mijarê xebitîn dikim.
Hikûmeta federal a Almanyayê girîngiyeke mezin da Êzdiyên ku malên xwe terikandine û li vir bi cih bûne. Wan xwe ji qirkirinê rizgar kir û li ba me bi cih bûne.
Wan li Îraqê jiyaneke xwe hebû. Li vir jî divê hikûmeta navendî her tiştî peyda bike da ku Êzidî vegerin malên xwe û li ser çanda xwe jiyana xwe bidomînin.”
Derbarê revandin û şkencekirina jinan de jî Frank Sichwabê got ku jin bûne qurbaniyên sereke û herî zêde jî wan êş kişandine wiha domand:
“Pêwîst hikûmeta Almanyayê jî piştevaniya hemû Êzidiyan bike ji bo ku di berjewendiya wan de gavan bên avêt.
Divê li Îraq û Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê gotûbêj bên kirin ka ew çi dixwazin û ji bo wan çi baş e.”
“Ewlehiya ku li vir ji bo Êzdiyan heye, divê li Îraqê jî hebe”
Alîkarê Serokê Konferansa Metranên Alman Metran Michael Gerber di axaftina xwe de behsa rewşa wan dijwar kir û got:
"Bi rastî divê em hemû piştgiriyê bide wan da ku ew karibin vegerin malên xwe.
Ya girîngtir jî divê ew piştrast bin ku dikarin şopdarên ola Êzidî bin û dikarin jiyana xwe ya asayî li welatê bidin destpêkirin. Ji ber ku mijara ewlehî û parastinê pir girîng e û divê ew ewlehiya niha jî hebe.”
Metran Michael Gerber herwiha behsa serdana Papa Francis a Îraq û Herêma Kurdistanê ya çend sal berê kir û got:
"Di serdana xwe de Papa Francis tekez kir ku olên cuda yên Îraqê piştgiriya hev dikin û ew bi hev re baş in."
10 sal berê li Şingalê komkujî çêbû
DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.
Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.
Herwiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.
Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.
DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.
Kesên ku hatin revandin rastî miameleya “xenîmetên şer”, şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî hatin.
Ev kirinê DAIŞê wekî tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.
Piştî êrişa DAIŞê, heta niha li Şingalê û derdora wê bi dehan gorên bikom û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li Dihokê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî penaber bûn.
Heta niha 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî Komkujiya DAIŞê bi awayê fermî qebûl kiriye.
Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:
- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin
- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin
- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin
- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin
- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin