Ciwanekî Kurd li Sirbistanê wenda bûbû, cenazeyê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê yê ku li Sirbistanê wenda bûbû, hat dîtin.

Navê ciwanê ku pêwendî pê re qut bûbû Raman Ferhan Îbrahîm e û wî xwestiye xwe bigihîne Ewropayê.

Şivan Îbrahîmê pismamê Raman Ferhan Îbrahîm li ser rewşa wî ji Rûdawê re gotibû:

“Ew herî dawî bi bavê xwe re axiviye û ew bi jehrî ketibû, nedikarî bi başî bimeşe. Hevalên wî jê re bûne alîkar û heta bajarê Prokupljeyê çûne.

Li wê derê kampa penaberan heye. Herwiha li wê derê xeteke eskerî heye û otomobîlek hatiye û ew biriye.”

Niha bira û xizmên wî hewla wergirtina cenazeyê wî didin lê ji ber ku Sirbistan daxwaza nasnameya wî dike û nasnameya wî jî ne pê re bûye, cenazeyê nikarin vegerînin.

Raman Îbrahîmê ku 23 salî bû, derçûyê beşa endazyariya teknolojiyê bû.

Raman Îbrahîm li daristaneke Sirbistanê bi jehrî ketibû.