Li Almanyayê dê derziya sêyem li kesên pîr bidin

04-08-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Derzîkirin Pîr Nûciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanya amadekariyên derziya sêyemîn li hemberî koronayê têne kirin.

Wezîrên Tendirustiyê yên Wîlayetên Almanyayê biryar dan ku ji bo kesên navsere û pîr dozeke sêyemîn jî were dabînkirin û derfeta xwederzîkirinê bo nûciwanên 12 heta 17 saliyê jî were pêşkêşkirin.

Li gorî biryarê, ji meha Îlonê û pê ve bo wan kesên ku bergiriya laşê wan lawaz e, wê dozeke sêyemîn were bikar anîn.

Ji bo nûciwanên ku temenê wan di navbera 12 û 17 saliyê de ye jî wê derfeta xwederzîkirinê were pêşkêşkirin.

Herwiha bi vê biryarê nûciwan dikarin him li navendên derzîkirinê yên taybet him jî li cem doktorên xwe derziyên li dijî korona bikar bînin. Divê xwebexşane be û rizamendiya dayik û bavan jî hebe. Heta niha li Almanya tenê ji sedî 10ê, 4 milyon û nîv nûciwan hatine derzîkirin.

Ji sedî 52ê hejmara xelkê Almanya herdû dozên derziya li dijî korona li xwe dane, nêzîkî ji sedî 62ê xelkê jî doza yekemîn bikar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst