Li Filipînê 3 belem qulibîn: Gelek kesan canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Fîlîpînê di encama qulibîna 3 belemên geştyariyê de, herî kêm 26 kes mirin û 4 kes jî winda ne, herwiha 55 kes jî hatine rizgarkirin.
Li herdu gravên Guimaras û Visayan ên Fîlîpînê, 3 belemên neferhilgir ku di navbera wan gravan û bajarê Iloiloyê de sefer dikirin, ji ber bayê bihêz qulibîn. Li gor agahiyan, 26 kesên di nav beleman de canê xwe ji dest dan û 4 kesên din jî heta niha winda ne.
Belemên bi navên Chi Chi û Keziah doh qulibîbûn ku 43 rêwing hilgirtibûn. Piştî niqumbûna herdu beleman bi 3 demjimêran, belema din a bi navê Jenny Vince jî qulibî ku 39 nefer hilgirtibûn.
Hat ragihandin ku 26 kesên di nav beleman de canê xwe ji dest dane û geştyar jî di nav wan de hene.
Li gor zanyariyan, herwiha 55 kes hatine rizgarkirin û heta niha kar û xebatên bo dîtina 4 kesên winda jî berdewam in.