Li Rûsyayê helîkopterek ket xwarê: 18 qurbanî
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Îgarka ya Herêma Kirasnoyarsik helîkopterek Rûsyayê ket xwarê û di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest dan.
Çavkaniyekê ji Desteya Bihewarveçûnê ya Rûsyayê ji medya Rûsî re ragihand ku helîkoptereke Rûsyayê li navçeya Îgarka ya Herêma Kirasnoyarsik ki dikeve rojhilatê wî welatî ketiye xwarê. Li gor heman çavkaniyan, helîkoptera Kompanya Yotayer bû û 18 kes têde bûn, hemûyan jî canê xwe ji dest dane.
Wê çavkaniyê eşkere kiriye ku helîkopterê 15 karkerên Kompanya Ankor bo kêlgeheke petrolê ya li bakurê Rûsyayê vediguhastin.