FLAŞ - LÎSTEYA REŞ: PKK, YPG, Milîsên Şîe, Artêşa Azad a Sûriyê
New York (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî (NY), navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), PKK, Heşda Şeibî, Artêşa Azad a Sûriyê xiste nava lîsteya şermezarkirinê.
Ew welat û rêxistinên dikeve nav vê lîsteyê bi binpêkirina mafên zarokan û êşkencekirinê têne tohmetbarkirin.
Destpêkê navê Erebistana Siûdiyê di vê lîsteyê de hebû lê piştre hat derxistin û gelek karvedan bi xwe re anîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon diyar kir ku navê Erebistan Siûdiyê di bin guvaşên de ji lîsteyê hate derxistin.
Balyozê Venezuellayê Rafael Remirez ji ber wê yekê Neteweyên Yekbûyî bi durûtiyê tohmetbar kir.
Herwiha Balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceiferî jî got: “Malbata Siûdî rayên îdeoljiya xwînrij a Vahabiyan derxist holê.”
Balyozê Erebistana Siûdî li li Neteweyên Yekbûyî Ebdulla el-Muallimî jî wiha derbarê vê mijarê de wiha axivî:
“Em bi belgeyên rasteqîn bersiva wan tohmetbarkirina didin. Me rapora xwe bo Neteweyên Yekbûyî şand. Em pê bawer in ku bi vê raporê navê me ji lîsteyê hatiye derxistin.
Çend kes, rêxistin û welet, ji bo ku navê wan di raporê de neyê tomarkirin hewldanên diplomatîk û darayî dikin.
Di listeya navborî de navên aliyên tevlî binpêkirinên mafên zarokan bûne hatine nivîsandin.
Di lîsteya îsal de navê YPG û Artêşa Azad a Sûriyê jî hat zêdekirin.
Herwiha di lîstê de navê PKK û milîsên Şîe ên ser bi Heşda Şeibê jî heye.