Netewên Yekbûyî: Hêzên biyanî rewşa herêma Tigrayê xirabtir dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji rewşa mirovî ya herêma Tigray a bakurê Etîypyayê nîgeran e û dibêje, hebûna hêzên çekdar ên biyanî wiha dike ku rewş aloztir bibe.

Antonio Guterres li bajarê Lisbon ê paytexta Purtugalê ragihand ku ji rewşa niha ya Tigrayê gelekî nîgeran in û girîng e agirbest di navbera Etyopiya û çekdarên Herêma Tigray de hebe daku rê bo gotûbêj û dîtina çareseriyeke siyasî bo herêmê xweş bike.

Guterres got: “Ez gelekî bi kûrî ji wê reşa niha ya Tigrayê nîgeran im. Girînge agirbest bê aktîfkirin daku rê li ber gotûbêj û dîtina çareseriya siyasî bo Herêma Tigrayê xweş bike.

Guterres amaje bi rola xirab a çekdarên biyanî di şerê herêma Tigrayê de kir û got: “Hebûna hêzên biyanî sedema serekî ya derketina şer û rûbirûbûnên çekdarî ye.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser girîngiya gihiştina alîkariyên mirovî bo seranserê Herêma Tigrayê rawestiya û got: “Divê rê bê dayîn hemû alîkariyên mirovî bighin hemû navçeyên Tigrayê, em wek Neteweyên Yekbûyî bi tevahî wêrankirina jêrxana cihên niştecihbûna sivîl, red dikin.”

Roja 3ê vê mehê Encûmena Asayîşa Navdewletî yekemîn civîna taybet bi gotûbêjkirina rewşa mirovî ya Herêma Tigrayê ya Etyopiyayê saz kir.

Di civînê de Wekîlê Sekreteriya Giştî ya Netweyên Yekbûyî Bo Karûbarên Mirovî, Ramesh Rajasingham got: “Rewşa mirovî li Tigrayê di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe û şer û pevçûnan zêdeyî 400 hezar akinciyên Tigrayê birçî kirine, nêzîka 33 hezar zarok rûbirûyê birçîbûnê bûne û zêdeyî 1.8 milyon kesên din jî li ser keviya birçîbûnê ne.”