Koreya Bakur: Êdî pêwîst nake em gotûbêjê ligel Amerîkayî bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Wezîrê Derve yê Koreya Bakur, Choe Son Hui ragihand ku êdî pêwîst nake ew rûbirû ligel Amerîkayê bicivin, ji ber Washington tenê bo wê yekê gotûbêjê ligel welatê wî dike daku pirsgirêkên xwe yên siyasî çareser bike.

Wê berpirsa Koreya Bakur derbarê gotegotên civîna lûtkeyê ya welatê wî û Amerîkayê berî hilbijartina serokatiya Amerîkayê de got: “Cihê matmayînê ye ku em dibînin çavkaniyên ragihandinê behsa egera civîna navbera Serokê Koreya Bakur û Serokê Amerîkayê dikin bêyî ku rewşa niha ya peywendiyên navbera van herdu welatan li ber çav bigrin.”

Cîgira Wezîrê Derve yê Koreya Bakur amaje bi wê yekê jî da, ku ew ti sûdekê ji gotûbêjkirina ligel Amerîkayê nabînin, ji ber ew di wê baweriyê de ne ku Washington li ser siyaseta dijminkarî ya li dijî Koreya Bakur berdewam e û rêzê li rêkeftinên berê yên navbera herdu welatan nagire.

Choe Son Hui dibêje: “Gelekî zelal û vekirî ye ku Amerîka ligel me rûdine bêyî wêya ku amadebûna xwe bo destpêkirina gotûbêjê li ser bingehekî nû rabighîne. ”

Bi gotina Choe Son Hui, Amerîkayê şaşî kiriye eger wiha fam kiribe bi gotûbêjê dikare Koreya Bakur bihejîne. Ew berpira Koreya Bakur destnîşan dike: “Me planeke stratejîk bi hûrgiliyên zêdetir daniye bo rûbirûbûna gefên Amerîkayê di siberojeke dûr de.”

Di wan demên dawî de, peywendiyên Koreya Bakur  li gel Amerîkayê û Koreya Başûr gelek aloz bûn û Koreya Bakur piştî çendîn caran gefên li dijî Koreya Başûr, avahiyeke sembolîk a li ser sînorê hevbeş ê herdu aliyan, ku danûstandinên aştiyê yên di navbera herdu koreyan de li wir dihatin encamdan, bi teqemeniyê rûxand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un ji sala 2018ê ve çend caran rûbirû hevdîtin kirin. Cara yekem, di 12ê Hezîrana 2018ê de, Trump û Jong-un li Singapurê hevdîtin kirin.

Herdu lîderan piştre di 26-27 Sibata 2019an de li Viyetnamê bi hev re civiyan lê belê ji ber nakokiyan civîna lûtkeya ya navbera herdu aliyan zû bi dawî hat. Cara dawî jî di 30ê Hezîrana 2019an de, lîderên herdu dewletan li ser xeta sînorî ya bêçek a di navbera Bakur û Başûrê Koreyê de hevdîtin kiribûn.