Ji ber wezîra jin nakokî kete nav hikûmeta Almanyayê

04-07-2019
RÛDAW
Nîşan Almanya Ursula von der Leyen Komîsyona Ewropa SPD CDU
A+ A-

Dusseldurf (Rûdaw) - Berbijêrkirina Wezîra Bergiriya Almanya Ursula von der Leyen ji bo serokatiya Komîsyona Ewropayê, di navbera aliyên hikûmeta Almanyayê de bûye sedema nakokiyê û partiya SPD ku di hikûmetê de beşdar e li dijî şêweya berbijêkirina von der Leyen derketiye.

 

Partiya SPD ku di hikûmetê de hevpeymana CDUyê ye, dibêje ku von der Leyen di encama bazareke veşartî de û li pişt deriyên girtî hatiye berbijêrkirin û ev jî ne şêwazekî demokratîk e.

 

Rojnameya Wiesbadener Kurier dide zanîn ku dê ev yek bibe sedema krîzeke cidî di navbera hevpeymanên hikûmeta Almanyayê de.

 

Di raporta vê rojnameyê de hatiye gotin, “wezîrek ji partiya hevpeymana hikûmetê cihê xwe di rêveberiya Yekîtiya Ewropa de digre, lê hevpeymanê din razî nabe. Gelo di vê rewşê de mirov dikare behsa hevkariyeke cihê baweriyê bike? Bersiv, nexêr e. Bi tu awahî nabe. Hevpeymaniya CDU û  SPD gihîştiye qonaxa belavbûnê. Ji niha û şûnde, CDU dikare guhertinê di encumena wezîran de bike û seroka partiyê Kramp-Karrenbauer stratejiya xwe ya nû destnîşan bike. Pêwîstiya SPD jî ji bo hilbijartinên li pêş, bi hevserokên nû heye. Piştî zelalkirina van pirsan divê dawî li hevpeymaniyê were, yan na wê rewş gelekî tevlîhev bibe.”

 

Rojnameya Mannheimer Morgen jî li ser heman mijarê nivîsandiye: “Tîma ku Angela Merkel ji bo Brukselê destnîşan kiriye, dibe ku piştî demekê bibe sedema Kamîkazeyeke siyasi. Berbijêrkirina Ursula von der Leyen ji bo Komîsyona Ewropa, dibe sedema nakokiyan di nava hevpeymanên hikûmetê de. SPD bi awayekî vekirî nerazîbûna xwe eşkere dike. Hevalên Sosyal Demokrat weke ku hesteyê şewitandina hevpeymaniyê bidest xistibin, tev digerin. Piştre wê li cihekî biteqe û hevpeymaniya SPD-CDU têkeve nava rûpelên dîrokê.”

 

Rojnameya Suddeutsche Zeitung jî meselê wiha şîrove dike: “Niha derfet heye ku Parlamenterên Parlemana Ewropa şaşiyên xwe serrast bikin û rê li ber êrîşeke li dijî pêvajoya demokratîkbûna Yekîtiya Ewropayê bigrin. Dikarin Von Der Leyen hilnebijêrin û vê başiyê bikin.”

 

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Donald Tusk duh di daxuyaniyekê de gotibû, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hatiye berbijêrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst