Aboriya Tirkiyê di rojnameyên Almanya de bûye rojev

04-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdebûna enflasyonê û têkçûna aboriya Tirkiyê, di rojnameyên Almanya de jî bûye rojev.

Rojnameya Die Welt a Almanî di nûçe-şîroveyeke xwe de gotiye, sedema bilindbûna enflasyonê li Tirkiyê, siyasetên aborî yên Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan yên ne asayî ne.

Li gorî rojnameyê, Tirkiyê vegeriya ye salên 90î û deriyê wê li ber hemû krîzan vekirî ye.

Die Welt gotiye, enflasyona salane giha ye ji sedî 73,5 û dibe ku sala li pêş Erdogan di hilbijartinan de rastî nexweşiyekê were.

Rojnameya Suddeutsche Zeitung jî nûçe analîzek li ser malpera xwe ya online belav kiriye û gotiye, gelek sedemên bilindbûna enflasyonê li Tirkiyê hene û kêmbûna nirxê lîreyê Tirkiyê weke yek ji wan sedeman nîşan dide.

Rojnameya Suddeutsche Zeitung herwiha berê xwe dide Banka Navendî a Tirkiyê jî û dibêje, li gorî aborînasan, Banka Navendî ya Tirkiyê weke pêwîst rûbirûyî enflasyonê nabe û sedema wê jî guvaşên siyasî ne.

Rojnameya Tagesschau jî balê dikşîne ser guvaşa ku ketiye ser Serokomarê Tirkiyê  Erdogan û gotiye dengên Erdogan ji ber vê krîza aborî daketine bin ji sedî 30î.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst