Lubnan daxwaza vegerandina koçberên Sûrî dike

04-06-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdellah Bohebîb li Koşka Serokatiyê ligel Serokê Lubnanê Mîşel Ewn civiya û encamên serdana xwe ya bo Amerîka û Brukselê ya dawiya meha borî ligel gotûbêj kirin.

Piştî civîna ligel Ewn, Bohebîb di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew ligel Serok Ewn civiya ye û behsa serdana xwe ya bo Bruksel û Amerîkayê kiriye. Her wiha anî ziman ku di civîna Yekîtiya Ewropayê de li Brukselê gotiye ew hevahengiyê ligel Yekîtiya Ewropayê nakin bo hiştina koçberên Sûrî li Lubnanê û got, "Ti nexşerêyeke Ewropayê bo koçberên li Lubnanê nîne."

Di berdewamiya axaftina xwe de Bohebîb got, rêxistinên navdewletî yên ku alîkariya koçberên Sûrî dikin li Lubnanê, dikarin li Sûriyê jî alîkariya wan bikin, piştî bo welatê wan bên vegerandin.

30ê Nîsana borî Lubnanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiribû ku êdî ew nikarin koçberên Sûrî li Libnanê bihêlin, ji ber tişta serekî bo wan berjewendiya welatê wan e. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, derdora 900 hezar koçberên Sûrî li Lubnanê hene lê hikûmeta Lubnanê dibêje hejmara wan nêzîkî yek milyon û nîvan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst