Esper ligel Trump li ser bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan nakok e
Hewllêr (Rûdaw) - Di daxuyaniyeke çaverênekirî de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê derbarê awayê bikaranîna hêzên artêşê li dijî xwepêşanderan de berovajiyê serokê welatê xwe Donald Trump axivî û ragihand, hêj rewş negihiştiye wê qonaxê ku em artêşê belav bikin.
Mark Esper di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, bikaranîna hêzên serbazî tenê bo wan demên gelek dijwar e, ku ti çaresereke din li ber dest nemabe.
Esper destnîşan kir, hêj ew negihîştine qonaxeke wisa û got, ew piştevaniyê li bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan nake.
Esper got: “Bijardeya bikaranîna hêzan di erk de li gor yasa tenê di wê demê de dibe, eger kar ji kar ketibe û divê tenê di rewşên dijwar de bên bikaranîn. Niha em di rewşekê de ne, piştgiriya binpêkirina yasaya bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan nakim.”
Ev axaftina Mark Esper rasterast berevajiya nerîna Trump e ku hezar û 600 Zêrevanên Niştimanî li 15 wilayetan belav kirine.
Serokê Amerîkayê, Donald Trump di mijara bikaranîna Zêrevanên Niştimanî û serbazan de li hinek cihên Amerîkayê behsa hinek hincetan dike û dibêje, hinek grûp hene provakator in, û hewl didin ewlekarî û asayîşa welat têk bidin, lewma pêwîst e ku artêş bo belavkirina xwepêşanderan bikeve tevgerê.
Donald Trump dibêje: “Niha, bi baweriya min pêdiviya vî welatî bi cîbicîhkirina yasa û sîstemê heye, ji ber hinek grûpên xirap ên xelkê hene, dixwazin George Floyd bikar bînin, çendîn kesên din bikar tînin û bi nave wan tiştên xirap dikin.”
Gelek rexne û têbinî li ser bikaranîna artêşê ji aliyê Trump ve hene. Yek ji wan kesên ku rexne li Trump girtiye, Wezîrê Berê yê Berevaniya Amerîkayê James Mattis e, ku ji ber helwêsta Trump li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê dest ji kar kişand.
Mattis, Trump bi anîna duberekiyê tohmetbar dike, Trump jî bersiva wî dide û dibêje, yek ji karên wî yên baş derxistina Mattis bû.
Derbarê dûrxistina Esper ji posta wî, pirsyar ji Sekretera Rojnamevanî ya Koşka Spî hat kirin, McEnany got, niha Esper her Wezîrê Berevaniyê ye.
Li aliyekê din êvara Çarşemiyê, dadgeha bilind a wilayeta Minneasota, tometbarkirina polîsê ku welatiyê reşik ê bi navê George Floyd kuştiye, bo asta kuştina pile du bilind kir, ku di yasaya cezayî ya Amerîkayê de tê wê wateyê ku her kesek kesekî din bikuje bêyî ku plana kuştinê dabîne, dikare heta 40 salan were zindanîkirin.
Dadgehê herwiha asta tometbarkirina polîsên ku di dema kuştina Floyd de li wê derê rawestiyabûn û tiştek nekiribûn jî, bo kuştina pile sê bilind kir.