Parîs jibo DAIŞiyên Fransî hewla razîkirina Bexdayê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Hikûmeta Fransayê ragihand ku helwêsta wan li hember biryara Dadgeha Iraqê ya derbarê darvekirina endamên DAIŞê yên bi esil Fransî de nehatiye guhertin û ew kar bo razîkirina Bexdayê dikin daku cezayê darvekirinê bo cezayê heta hetayê bê guhertin.

 

Piştî biryara dadgeha Iraqî ya darvekirina du endamên DAIŞê ku bi esil Fransî ne, Berdevka Hikûmeta Fransayê Sibeth Ndiaye got: “Helwêsta Fransayê derbarê wê mijarê de qet nehatiye guhertin û me çend destpêşxerî kirine daku hikûmeta Iraqê bighînin wê baweriyê ku biryara darvekirinê bo zîndanîkirina heta hetayê biguhere.”

 

Ndiaya got: “Mafê hemû welatiyekî Fransî heye sûdê ji wan berevaniyan werbigirin ku konsulxaneya Fransayê li wî welatî pêşkêşî welatiyên Fransî dike.”

 

Berdevka Hikûmeta Fransayê tekez kir ku helwesta Parîsê têkildarî biryara dadgehê Iraqê de nehatiye guhertin û diyar kir: “Helwêsta Fransayê derbarê wê mijarê de, qet neguheriye. Xuya ye ku me çend destpêşxerî kirine daku hikûmeta Iraqê bighînin wê baweriyê ku biryara darvekirinê bo zîndanîkirina heta hetayê biguhere.”

 

Sibeth Ndiaye destnîşan kir: “Ew rêkarên hatine kirin ne yên dawî ne, ji ber hê Dadgeha Îstînafê maye. Lewra welatiyên me sûdê ji berevaniya konsolxaneya Fransayê werdigirin ku bo hemû welatiyên Fransî hatiye dabînkirin. Lewra ew hemû zanyarî li ba konsulxaneya me ne daku dest bi wê berevaniyê bikin. Her dema rêkarên taybet lêpirsînan destpê kirin, wê demê dikarin bizanin pêngava me ya siberojê çi dibe.”

 

Di çend rojên derbasbûyî de, dadgeha Iraqê biryara bidarvekirinê derbarê çend çekdarên DAIŞê yên Fransî de dabû.