Navê Şehîd Şîfa li mûzexaneya Newseum hat daliqandin

04-06-2018
RÛDAW
Şîfa Gerdî di sala 2017an de şehîd bû
Şîfa Gerdî di sala 2017an de şehîd bû
Nîşan Şehîd Şîfa Gerdî Rojnamevan Muzexane Newseum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mûzexaneya herî mezin a li ser nûçe û rojnamevanî Newseum, îro weke rêzgirtina li karên wan, navê Şîfa Gerdî û 17 rojnamevanên din, ku di sala 2017an de di dema şopandina bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, li ser dîwara bîranînê daliqandin.

 

Mûzexaneya Newseum, li Waşingtona paytexta Amerîkayê mûzexaneyeke taybet a nûçe û rojnamevaniyê ye û têde çîrokên bûyerên rojnamevaniyê hene. Kesên ku serdana mûzexaneyê dikin dikarin çendîn çîrokên nûçeyan, rola medyaya azad di dîrokê de û giringiya azadiyan weke azadiya ol, bîr û bawerî, medya, civîn û derbirîna ramanan bibînin. Mûzexane ji 15 galerî û 15 holan pêk tê.

 

Rojnamevanên ku îsal navên wan li ser dîwarê bîranînê yê mûzexaneyê hatin daliqandin, piraniya wan li Iraq û Sûriyê di dema şopandina şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

 

Li ser dîwarê bîranînê, heta niha navê 2 hezar û 305 rojnamevanan hatine nivîsandin û her sal navên rojnamevanên ku di dema şopandina bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, li ser dîwarê bîranînê zêde dikin. Herwiha li ser malpera mûzexaneyê jî nav û cihê ku rojnamevanan canê xwe ji dest dane hatine nivîsandin.

 

Şehîd Şîfa Gerdî, yek ji rojnamevanên herî çalak û jêhatî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televîzyona Rûdawê ve, ji bilî ku rêvebereke jêhatî û bandordar a Tora Medyayî ya Rûdawê bû, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya Kurdî bû. Roja 25-02-2017an li Mûsilê dema amadekirina raportekê, bombeyeke vedayî li cem tîma Rûdawê û hêzeke Heşda Şeibî teqiya û Şîfa Gerdî şehîd bû.

 

Ji bilî Şehîd Şîfa, sê rojnamevanên din ên Kurd jî li ser dîwarê bîranînê yê Mûzexaneya Newseum hatine daliqandin ku ew jî; ji Kurdistan TV Erkan Şerîf, ji ajansa Hawar News Hawkar Feysel û Dilşen Îbaş in.

 

18 rojnamevanên ku di sala 2017an de jiyana xwe ji dest dane

 

1- Mohamed Abazied – Sûriye

2- Christopher Allen – Başûrê Sûdan

3- Nikolai Andrushchenko – Rûsya

4- Sudip Dutta Bhaumik – Hindistan

5- Miroslava Breach Velducea – Meksîka

6- Daphne Caruana Galizia – Malta

7- Şîfa Gerdî – Iraq

8- Dilşen Îbaş – Sûriye

9- Gauri Lankesh – Hindistan

10- Christopher Iban Lozada  – Filipîn

11- Hawkar Feysel Mihemed – Sûriye

12- Yameen Rasheed – Maldîv

13- Veronique Robert – Iraq

14- Erkan Şerîf – Iraq

15- Javier Valdez Cardenas – Meksîka

16- Maria Efigenia Vasquez Astudillo – Kolombiya

17- Stephane Villeneuve – Iraq

18- Kim Wall - Danîmarka



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst