Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê 25 roj in li Almanyayê winda ye

04-05-2023
RÛDAW
Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê 25 roj in li Almanyayê winda ye
Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê 25 roj in li Almanyayê winda ye
Nîşan Almanya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê 25 roj in li bajarê Saarbrucken yê Almanyayê winda bûye, bavê wî bi rêya Rûdawê banga alîkariyê dike.

Ciwanê bi navê Xelîl Ehmed Mistefa yê 18 salî ku pê re nexweşiya derûnî heye, her mehê carekê diçe nexweşxaneyê û dermanan distîne.

Bavê wî, Ehmed Mistefa ji Rûdawê re got, ev 7 meh in, ew û kurê xwe li Almanyayê ne, dibêje ew çûne cem polîsan jî lê hîn kurê wî nehatiye dîtin.

Ehmed Mistefa yê bavê xortê ku wenda bûye got, “Em 7 meh in li Almanyayê ne, kurê min wenda ye, 2 mehan li Almanyayê di nexweşxaneyê de bû. Ez û wî em ji bo gerê derketin, wî got ez ê li cihekî bimînim heta ez çûm û min kelûpel kirîn û hatim min dît ku kurê min tune. Min ji polîs pirs kir lê gotin em nizanin.”

Ehmed Mistefa li ser nasnameya kurê xwe jî got, “Navê kurê min Xelîl e û 18 salî ye. Derziyekî wî heye ku meh bi meh li xwe dixe, hebên xwe hene dixwe, niha dermanên wî nemane, rewşa wî dibe ku ne baş be niha.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst