Şanda Şepêla Azadî ya Kurdistanî bi partiya SP ya Hollandayê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Şepêla Azadî ya Kurdistanî li Hollandayê bajarê Amsfort bi Partiya Sosyalîst ya Hollandayê re civiya.

Li gor zanyariyan, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Dîdar Mîro ligel endamên wê Emîn Elî û Şevger Mîro hevdîtinek ligel Sekreterê Partiya Sosyalîst a Hollandî (SP) Arnod Hok Stîra û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê wê partiyê pêk anîn.

Berpirsê Peywendiyên ŞAKê, Dîdar Mîro derbarê hevdîtinê de ji Rûdawê re ragihand, Şanda Şepêla Azadiya Kurdistanî (ŞAK) di wê hevdîtinê de bi dirêjî behsa rewşa Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya siyasî li Sûriyê kir.

Dîdar Mîro diyar kir, di civînê de şanda ŞAKê herwiha tekezî li ser rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin kir. Dîdar Mîro got: Em li ser rewşa penaberên Kurd li hemû welatên cîran û bi taybetî yên li Kurdistana Iraqê axivîn. Me daxwaz kir ku alîkarî ji wan kesan re bê kirin.

Bi gotina Dîdar Mîro, ew li ser rewşa xwendekaran jî axivîn, bi taybet xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin û wan daxwaz kiriye, ku piştgiriya xwendekaran bê kirin.

Her du aliyan li hev kirin ku civînên wan berdewam bibin.