Ukraynayê red kir ku êrîşî Kremlînê kiribe

04-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Dema êrîşa bi dron a ser Kremlînê.
Dema êrîşa bi dron a ser Kremlînê.
Nîşan Rûsya Kremlîn Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî êrîşa dronî ya ser Kremlînê, Rûsyayê bi fermî Ukrayna bi encamdana êrîşê û plandanîna ji bo teror û kuştina serokê wî welatî Vladimir Putin tohmetbar kir. Lê belê Ukrayanyê her zû ew yek red kir.

Duh Çarşemê dîmenên êrîşa bi dronan a bo ser Koşka Serokatiya Rûsyayê di medyayên cîhanê de bi awaykî berfireh hatin belavkirin.

Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê Kremlînê di daxuyaniyekê de ragihand, îstixbarata Rûsyayê û artêşa wê şeva bihorî du dron li esmanê Kremlînê teqandine û tekez kir ku di êrîşê de tiştek bi Vladimir Putin nehatiye.

Kremlînê Ukrayna ji êrîşê tohmetbar kir û got, “Rûsya xwe mafdar dibîne ku di dem û cîhê guncav de bersivê bide.”

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê, Dmitry Peskov ragihand: “Du firokeyên bêfirokvan Kremlîn armanc kirine. Lê di encama operasyoneke hêza taybet ya me de bi rêya sîstema radarê ya şer, firoke hatine têkşikandin. Serok Putin di dema êrîşa dronan de li Kremlînê nebû, ew li mala xwe li navçeya Novo Ogiryavo li nêzîkî Moskowê bi karê rojane re mijûl bû.”

Rûsya dibêje di êrîşê de ti zerareke canî çênebûye. Piştî bûyerê jî firîna dronan li esmanê Moskowê hat qedexekirin.

Ukraynayê her zû li ser êrîşê helwesta xwe diyar kir û ragihand, ti eleqeya Ukraynayê bi êrîşa ser Kremlînê nîne.

Serokê Ukraynayê Vladymyr Zelensky ku bi serdanekê li Finlandayê ye, derbarê êrîşê de got: “Em êrîşî Putin an Moskowê nakin. Em li ser axa xwe şer dikin. Em berevaniyê li gund û bajarên xwe dikin.”

Şêwirmendê Serokatiya Ukraynayê, Michaelo Podoliak jî diyar kir: “Derbarê êrîşa dronan bo ser Kremlînê de hemû tişt zelal e lê dîsan jî ez dê rawe bikim. Bê guman ti peywendiya Ukraynayê bi vê êrîşê nîne, ji ber ti qîmeteke wê ya leşkerî nîne.”

Li aliyekê din, Cîgirê Serokê Encûmena Asayişa Rûsyayê Dimîtrî Medvedev helwestek tund nîşan da û ragihand, ji bo Moskowê ji bilî jinavbirina hikûmeta Kyivê û Zelensky û derdora wî ti bijareke din nîne.

Lê Amerîka bi guman li vê êrîşê dinêre.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Anthony Blinken têkildarî êrîşa ser Kremlînê ragihand: “Min rapor dîtin û ez nikarim piştrast bikim, bi rastî em jî tiştekî nizanin. Xala duyemîn jî ew tiştên ji Kremlînê, divê em bi guman lê binêrin, em dê li bendê bin û bibînin ka rastî çi ne. Zehmet e ku mirov li ser biaxive, bêyî ku rastiyê bizanibe.”

Koşka Kremlînê eşkere kir ku ligel hewla kuştinê, di plana Putin de heye beşdarî merasîma leşkerî ya Roja Serkeftinê bibe ku biryar e 9ê vê mehê li Moskowê birêve biçe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst