Parlamentoya Swêdê pêşnûmeya yasaya dijî terorê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Swêdê pêşnûmaya yasaya cezayê ya nû ya der barê têkoşîna dijî terorê de ku ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl bike yek ji daxwazên sereke yên Tirkiyeyê bû hat pesendkirin.

Di dengdayîna li parlamentoyê de pêşnûmaya yasaya cezayê ya nû ya der barê têkoşîna dijî terorê de li hember 34 dengên "na" bi 268 dengên "erê" hat qebûlkirin. Partiya Çep û Partiya Keskan dijî guherîna destûra bingehîn derketin û 47 kes jî beşdarî dengdayînê nebûn.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstromê meha borî di daxuyaniya xwe ya di rojnameya Dagens Nyheterê dr diyar kiribû ku yasaya cezayê ya nû ya ku dê di 1ê hezîranê de li Swêdê bikeve di warê cîbicîkirinê de dê dilgiraniyên Tirkiyê ji holê rake.

Bîllstromê behsa çalakiyên alîgirên PKKê yên i Swêdê kiribû û gotibû ku "Çalakiyên PKKyê yên li axa me gelekî berfireh in. Ji bo fînansekirina fealiyetên terorê yên dijî Tirkiyê xebatên berfireh tên kirin.”

Pêşnûmaya yasaya cezayê ya hatiye pesendkirin dê di 1ê Hezîranê de bikeve warê cîbicîkirinê.