Komîsyona Ewropayê: Em dê gav bi gav nefta Rûsyayê ji bazarê bibirin

04-05-2022
RÛDAW
Nîşan Siza Aboriya Rûsyayê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand 27 welatên endam ji bo bi temamî birrîna hawirdekirina nefta Rûsyayê dixebitin. Di heman demê de behsa sizayên hejmareke mezin ji bankên Rûsyayê kir ku dê rasterast bandorê li rewşa aborî ya Rûsyayê bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê 6emîn pêşnûmeya sizayên li ser Rûsyayê ku tê de qedexekirina hawirdekirina nefta Rûsyayê jî heye, eşkere kir.

Ursula von der Leyen di rûniştina bi mijara "Encamên aborî û civakî yên şerê Rûsya û Ukraynayê ji bo Yekîtiya Ewropayê" li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasbourgê hat lidarxistin de axivî.

Von der Leyen diyar kir ku di çarçoveya pakêtê de ew dê efserên payebilind û kesên din ên ku li Buchayê tawana şer kirine û ji dorpêçkirina bajarê Mariupolê berpirsyar in, têxin lîsteya sizayan.

Ursula von der Leyen diyar kir ku ew dê zêdetir sizayan li ser Rûsyayê bisepînin û got, "Em Sberbank, banka herî mezin a Rûsyayê û du bankên din ên mezin ji SWIFT derdixin."

Von der Leyen diyar kir ku bi derxistina van bankayan ji SWIFTê re dê bi temamî îzolekirina sektora fînansî ya Rûsyayê ji pergala gerdûnî bê misogerkirin.

Von der Leyen bal kişand ser wê yekê ku ew dê li ser 3 kanalên dewleta Rûsyayê qedexeya weşanê deynin û destnîşan kir ku ew ê li welatên Yekîtiya Ewropayê bi tu awayî bi sepanên kablo, satelayt, înternet an jî telefonên zîrek ên Rûsyayê nedin xebitandin.

Von der Leyen bi bîr xist ku ew dê peywendiya Koşka Kremlîn a ji bo muhasebeyan û şêwirmendên cuda yên bi Ewropayê re jî rawestînin û destnîşan kir ku ew dê pêşkêşkirina xizmetên bi vî rengî ji kompanyayên Rûsî re qedexe bikin.

Von der Leyen ragihand ku rayedarên Yekîtiya Ewropayê di civîna Versaillesê de li hev kirine ku dawî li girêdana enerjiya Rûsyayê bînin û bi bîr xist ku rejû di pakêta 5emîn a sizayan de cih digire.

"Em li ser girêdana xwe ya bi nefta Rûsyayê re disekinin"

Ursula von der Leyen her wiha li ser bikaranîna nefta Rûsyayê anî ziman, "Em li ser girêdana xwe ya bi nefta Rûsyayê re disekinin. Lê ew dê ne hêsan be. Hin welatên endam girêdayî nefta Rûsyayê ne. Niha em pêşniyar dikin ku nefta Rûsyayê were qedexe kirin. Ev yek ji bo berhemên nefta xam û parzûnkirî ya Rûsyayê hemû rêyên derya û yên bi boriyan têne veguhestin qedexeyeke tam e."

Von der Leyen diyar kir ku nefta Rûsyayê bi rêkûpêk û gav bi gav bi ewlekirina rêyên dabînkirina alternatîf û kêmkirina bandora wê ya li ser bazarên cîhanê dê bi dawî bibe û got, "Em dê di nav 6 mehan de nefta xam a Rûsyayê û heta dawiya salê jî dê kirrîna nefta rafîne ya Rûsyayê qedexe bikin."

Von der Leyen destnîşan kir ku ev gav dê zirarê bidin aboriya Rûsyayê.

Yekîtiya Ewropayê berî niha 5 pakêtên sizayên li ser Rûsyayê xistibûn meriyetê.

Ji bo ku pêşnûmeya komîsyonê bikeve meriyetê, divê ji aliyê welatên endam ve bê erêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst