Facebookê hesabê kesê ku Quran şewitandibû girt
Hewlêr (Rûdaw) - Tora civakî ya înternetê Facebookê hesabê Serokê Stram Kursê Rasmus Paludan yê ku li Danîmarkayê Quran şewitandibû sekinandin.
Li gor medyaya Danîmarkî, Rasmus Paludan ji bo beşdarî hilbijartinê bibe dest bi komkirina îmzeyan kir û ji bo ku qasî têrê îmzeyan kom bike, li taxên lê Misliman dijîn Quran şewitand û îmzeyên xwe temam kir.
Rasmus Paludan daxuyanî da medyaya Danîmarkayê diyar kir ku hesabê wî yê Facebookê dane sekinandin.
Paludan got ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyek derbarê Mislimanan de dike parve kiriye hesabê wî hatiye sekinandin.
Direktorê Ragihandinê yê Nordikê yê Facebookê Peter Munster jî daxuyanî da medyaya Danîmarkayê û piştrast kir ku mijar rast e, rêgezên Facebookê ji bo her kesî wekhev in.