“Kurdistan û Tûnis mînakên serkeftî di encamdana reforman de ne”

04-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê navdarê amerîkî Tomas Ferîdman, dibêje, bi qasî ku min ji şerê Iraqê fêm kiriye ku hevpeymanên rastî yên Amerîka mîna kurdan, bi alîkariyekî kêm karîn li nav dilê Rojhilata Navîn de serkeftinê bidest bixin.

Nivîskar û rojnamevanê amerîkî Tomas Ferîdman, ku her hefte du caran nivîsên wî di rojnameya New York Timesê de tên belavkirin, di nivîsa xwe ya vê carê de bi tundî Obama û siyaseta Amerîka ya derve rexne dike.

Tomas Ferîdman, her wiha behsa Herêma Kurdistanê û Tûnisê dike û her du welatan wek du mînakên serkeftî di warê demokrasî û reformê de li Rojhilata Navîn bi nav dike û wiha dinivîse: “Erê kê ji me dizane ku Kurdistan û Tûnis, reformên mezin bi serkeftî encam dane, di demekî de Amerîka kêmtirîn alîkarî daye wan.”

Ferîdman, Kurdistanê wek “çîrokek ku nehatiye bihîstin” bi nav dike û bi Iraq, Efxanistan û Lîbiyayê re qiyas dike û wiha tîne ziman: “Her çiqas me (Amerîka) gellekî alîkariya wan welatan kiriye lê ji ber nakokiyên navxwe nekarîne bi ser kevin.”

Di beşek din a nivîsê de Tomas Ferîdman, behsa şikestên Amerîka di alîkarî û piştevanîkirina welatan de dike ku bo encamdana reform û demokrasiyê pêşkêşî wan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst