Li Amsterdamê kesekî agir berda xwe û otomobîla xwe

04-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amsterdam Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Holendayê ragihand, zilamekî li Meydana Damê ya li Amsterdama paytext agir berdaye xwe û otomobîla xwe. Li gorî polîsan, zilam hewl daye ku xwe bikuje.

Di çend wêne û vîdeoyên ku hatine belavkirin de xuya dike ku otomobîleke biçûk a sor li nêzîkî başûrrojhilatê Meydana Damê li ber Monumentê Niştimanî radiweste.

Piştî demeke kurt dengê teqînekê tê û agir bi otomobîlê dikeve.

Zilamek bi agir ji otomobîlê xwe davêje û dikeve ser erdê. Polîs bilez agir vedimirînin.

Polîsê Amsterdamê li ser Xê piştrast kir û got:

“Wêneyên kamerayan nîşan didin ku agir piştî teqînekê dest pê dike.

Wê demê gelek kes li nêzîkî otomobîlê bûn lê li gorî agahiyên me kes birîndar nebûye.”

Polîsan diyar kir, ew bawer dikin ku agir bi zanebûn ji aliyê şofêrê ku bi xwe jî tê de birîndar bûye, hatiye pêxistin.

Şofêr sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û li wir di bin çavdêriyê de ye.

Hat diyarkirin ku ew welatiyekî Holendayî ye û 50 salî ye û xelkê parêzgeheke bakurê Holendayê ye lê navê wî nehat eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst