Generalê ku pesnê Pêşmerge dabû, bû Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê

04-04-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Michael Eric Curilla CENTCOM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Michael Erik Kurilla bû Fermandarê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê. General Kurilla li Kongresa Amerîkayê pesnê Pêşmergeyan dabû û gotibû, hevbeşên me yên Kurd “cihê baweriyê û jêhatî ne.

General Michael Erik Kurilla roja Yekşemê 3ê Nîsana 2022an di merasimekê de li Florîdayê wek Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hat destnîşankirin. Kurilla di 1ê Sibatê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo posta Fermandarê Fermandariya Navendî hatibû berbijêrkitin û roja Yekşembê li şûna General Kenneth McKenzie hat diyarkirin.

Michael Erik Kurilla ji sala 2004an vir ve bi Kurdan û Pêşmerge re di nava têkiliyê de ye. Kurilla di 08.02.2022an de li Kongreya Amerîkayê li ser Hêza Pêşmerge wiha gotibû, Min bi hevkarên xwe yên Kurd re kar kiriye û ji min re îsbat bûye ku ew cihê baweriyê û jêhatî ne. Sala 2004 di serdana xwe ya yekem a Iraqê de û herî dawî jî di sala 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de ez bi wan re xebitîm. Min dît ku ew hevbeşên gelek cihê baweriyê û jêhatî ne.

Derbarê dosyeya Îranê de, Erik Kurilla dibêje, Îran “di warê çêkirina aloziyan de li Rojhilata Navîn hokarê sereke û hejmar yek e.”

Erik Kurilla di demeke wiha de bûye Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ku rewşa ewlehî li seranserî cîhanê rastî guhertinên hesas tên. Şerê Rûsya û Ukraynayê di roja çilemîn de berdewam e, di heman demê de Amerîka di rewşekê de ye ku hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn û Asyayê dixwaze kêm bike, ev jî metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞê û El Qaîdê çê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst