Li Myanmarê xwepêşandan berdewam in û artêş jî bi çekan bersiv dide

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandanên li bajarên mezin ên Myanmarê dijî desthilata serbazî berdewam in û artêş û hêzên ewlekariyê jî bi çekan bersiva wan didin. Li bajarê Yangonê ku her ji destpêkê ve bi tundî dijî darbeya leşkerî ya meha Sibata îsal rawestiya ne, xwepêşandan berdewam e û artêş û hêzên emnî bi çekan rûbirûyê xwepêşanderan dibin.

Hevdem beşek ji akinciyên bajarê Mandalay li bakurê Myanmarê bi hevahengiya ligel grûpên çalakvan dijî artêşê xwepêşandan kirin û daxwaza bidawîkirina desthilata serbazî û azadkirina rawêjkar û serokê welat kirin ku hê jî di nav malên xwe de desteserkirî ne û di bin kontrola artêşê de ne.

Amarên hûr û rast derbarê hejmara kuştiyan de nînin lê rêxistin û komeleyên mafên mirov ku her ji destpêk û nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin, amaje bi wê yekê didin ku ji roja yekem a darbeyê ve û heta niha bi kêmanî 550 kesên sivîl hatine kuştin û bi gotina wan rêxistinan hinek ji wan zarok in.

Ligel guşarên welatên Rojava, lê desthilata serbazî li ser zêdetir ferzkirina desthilata xwe berdewam e û di dema borî de dest bi qutkirina xizmetguzariya internetê kirine daku xwepêşander nikaribin ligel hev bikevin peywendiyê.