Hewlêr (Rûdaw) - Agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji hêla hackeran ve hatin dizîn.
Li gor nûçeya malpera “Business Insiderê” ji 106 welatan hejmarên telefonê û agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji aliyê hackeran ve hat dizîn û bê pere hatin parvekirin.
Di nûçeyê de hat gotin kesên ku agahiyên wan hatine dizîn jê ji 32 milyonan zêdetir ji Amerîkayê, jê 11 milyon ji Qraltiya Yekbûyî û 6 milyon jî ji Hindistanê ne.
Herwiha hat gotin di nav agahiyên hatine dizîn de hejmara telefonê, agahiyên cihê lê ne, dîroka rojbûnê û e-posta hene.
Pisporên ewlehiyê dibêjin ev agahî ji bo sextekariyê dikarin bên bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse