Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdanên dijî Tirkiyê qebûl nekir

04-04-2019
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME Tirkiye Xendeq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 32 serlêdanên dijî Tirkiyê yên ku derbarê qedexeya derketina derve ya di salên 2015-2016an ên dema bûyerên xendeqan de li Cizîr, Silopî û Sûrê red kir. 

 

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo 32 serlêdanên dijî Tirkiyeyê yên ku derbarê qedexeya derketina derva ya bûyerên xendeqan li bajarên Bakurê Kurdistanê de biryara xwe da.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ê li ser îdiayan lêkolîn kir û biryar da ne pêkan e ku îdiayên navborî bên qebûllkirin û bi yekdengî 32 serlêdan jî red kirin.

 

Bi tevahî 34 serlêdan hatin kirin


Ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê qedexeya derketina derve de  34 serlêdan hatin kirin.

 

Nêrînên nivîskî yên ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê amade kirin di 13ê Tîrmehê de radstî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê niha ji nav van 34 serlêdanên ku tê îdiakirin mafên jiyan, qedexeya îşkence û miameleya xirab, azadî û ewlehiyê hatine binplkirin 2 serlêdanan veqetand ku di rûniştinê de li serê lêkolîn bike.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê piştî rûniştina ku di 13ê Mijrdara 2018an de li Strazburgê hat dîtin di 29ê Çileya 2019an de biryara xwe eşkere kir û got ne pêkan e herdu serlêdanên navborî bên qebûlkirin.

 

Di biryarê de hat diyarkirin ku serlêder divê beriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê giliyê xwe li ber dadgehên Tirkiyê bînin ziman.

 

Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî lêkolîna derbarê serlêdanên şexsî yên serlêderan ên ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn de didome. 

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryara ku di 4ê nîsana 2019an de biryarên xwe yên berê bi bîr xistin û diyar kir ku li ser serlêdenên li ber Dadgeha Destûra Bingehîn hêj lêkolîn tê kirin ji ber vê jî rêyên hiqûqa navxweyî nehatine xilaskirin û 32 serlêdanên din jî qebûl nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst