Erebistanê li dijî milîsên Hûsî dest bi êrişên bejahî jî kir

04-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Erebistana Siûdî hêzên xwe yên taybet şandiye Yemenê ji bo di şerê milîsên şîe yên Hûsî de alîkariya hêzên hikûmetê bike.

Televîzyona amerîkî ya CNN ji zarê rayedarekî Erebistanê eşkere kir ku Erebistanê yekîneyên xwe yên taybet şandiye Yemenê ji bo ku di şerê Hûsiyan de alîkariya hêzên hikûmeta wî welatî bike.

Li gorî nûçeyê, Erebistanê her wiha çek û cebilxane jî ji hêzên hikûmeta Yemenê û hêzên xwe yên taybet re veguhestiye qadên şer.

Nêzîkî 10 rojan e hevpeymaniya Erebî bi pêşengtiya Erebistanê li dijî milîsên şîe yên Hûsî, ku beşek mezin ji Yemenê girtine, dest bi operasyonên asmanî kiriye.

Li gorî amarên Netewên Yekbûyî, di heyama du hefteyên borî de li Yemenê 519 kes di şer de hatine kuştin û nêzîkî 1700 kes jî birîndar bûne.

Rûsya, Çîn û Îran li dijî êrişên asmanî li ser Yemenê ne lê Amerîka û beşek mezin ji welatên Erebî pişgirî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst